Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, duhî di daxuyaniyekê de, komkujiyên girseyî ji hêla rêjîma tawanbar û patronê wê yê Rûs ve yên hevdem digel bêdengiya navdewletî şermezar kirin, û civaka navdewletî wek berpirsiyara rasterast dît di ber hemû komkujiyên ji aliyê rêjîmê û sponsorên wê ve têne pêkanîn, mîna hevparê bêdeng beramber tişta li ser erdê Sûriyê diqewime.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku tawankariya rejîmê û hevalbendên wê li ser erdê, nîşanek rasterast e ji nebûna berpirsiyara helwestek cidî ji alîyê civaka navnetewî, û berdewamiya wê di temaşekirina li bûyeran û hêlana çêbûna karesatan.
Hevbendiya Niştimanî got ku di çarçoveya kampanya berdewam û sîstematîk de ya ji bo qirkirin û koçberkirina sivîlan û wêrankirina gund û bajaran, tenê di çend demjimêrên borî de, zêdetirî 23 navçeyên Idlibê rastî bêhtir ji 30 êrişên hewayî bi bombe û bermîlên teqîner û guleyên hawnan hatine topbarankirin.
Hevbendiyê bal kişand ku Her kes dizane ku tawankar ji ber xwe dest ji tawanên xwe bernade, sûcdarên wekî Nazî, Faşîzm û Esed dev ji sûcê xwe bernedin, û Hevbendiyê berdewamiya xwe di danûstendina bi welatên girîng yên navdewletî re, û berpirsiyariya xwe li hember tişta li li ser erdê diqewime piştrast kir.
Ku ji hêla hêzên dagîrker yên Rûsî, balafirên rêjîmê û milîsên Iranî ve zincîrek ji tawan û komkujiyan li deverên cuda cuda yên parêzgeha Idlibê hatibûn pêkanîn, û têde bi kêmî ve 21 sivîl hatibûn kuştin, ku piraniya wan jin û zarok bûn, tevî derdora pêncî birîndaran û wêrankirina jêrxaneya bingehîn bi awayekî mezin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimani ya Sûrî