Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko ji civaka navdewletî tê xwestin ku bilez bo parastina sivîlan bi erkê xwe rabe, ko rojane herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê bombebaran dibin, û nehêlin rûsya û rêjîm di bijardeya leşkerî de berdewam bin, û ji mijara çareseriya siyasî birevin.
Hevbendiya Niştimanî evro şemiyê daxuyaniyek derxist tê de ji civaka navdewletî daxwaz kir ko karekî jidil bike ji bo çareseriyeke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê peyda bike.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko dîsa bajar û bajarokên bakurê Sûriyê ketine ber êrîşên asmanî di operasiyona rêjîmê de ya bi piştgiriya firokên dagîrkerê Rûsî li dijî sivîlan li bajarokê Mihêmîl li gundewarê Idlibê di çend demjimêrên bûrî de pêk anîne, nekêmî 12 sivîlan piraniya wan jin û zarok in, jiyana xwe jiest dane, û bi dehan birîndar bûne
Û bal kêşand ser ku bombebaran bû sedema vêketina agir û wêranî geha xanî û milkên xelkê, û gelek niçtecih neçar kirin ko derbider bibin.
Û got: ‘’ Çi şiroveyên nû ji rewşa xwîndar ya ji çend salan ve rêjîm têde berdewam e tune ne, û tawankariyên cengê her pêk tîne, û peymanan binpê dike, û berdewam e di bijardeya leşkerî de û ji mijara siyasî bireve.’’
Û destnîşan kir ko tiştekî nû di helwesta aliyên kartêker di civaka navdewletî de tuneye, ew berdewam li tawankariyan temaşe dikin û tiştekî nakin.
Hevbendiyê got: ‘’ Lê li beraber vê, helwesta şervan û şoreşgeran bihêztir dibe, ko wan bi rastî tekez kirin ko ew xweragir in, û hêj berdewam in û ew sûr in li ser berxwedanê bo azadiya miletên Sûrî û bijarteyên şoreşê, tevlî sistbûna helwesta navdewletî. ‘’
Daxwaz ji civaka navdewletî kir ku nabe evê rewşê wek wê bihêle û texmîn bike ko rêjîm û hevalbendên xwe tawankariyan rawestînin. Û berpirsiyarî her li ser milê wê maye, û gerek bi erkê xwe beraber parastina ewlehî û aştiya navdewletî rabe, û biryarên Encûmena ewlehiyê cîbicî bike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî