Hêzên rejîmê û Rûsya berdewam in di êrîşên xwe yên li ser deverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê, ku êrîş ji aliyê balefirên hevpeymaniya rejîmê têne pêkanîn li ser navendên cuda yên binesaziyê, bi taybetî jî li ser nexweşxane û navendên tenduristîyê û dezgehên perwerdeyî û xizmetgozariyê.
Netewên Yekbûyî di daxuyaniya xwe ya dawî de, rejîma Esed bi armanckirina pilankirî ya nexweşxaneyên parêzgeha Idlibê li bakurê welêt tometbar kir, ku berdewam e li ser armanckirina nexweşxaneyan, tevî parvekirina cihên wan li gel aliyên nakok ji bo parastina wan ji êrîşan.
Cêgirê Kordînatorê Herêmî yê NY ji bo krîza li Sûriyê, Mark Coates, got ku “kiryarên tundûtîjiyê li dijî sivîl û xebatkarên biwara alîkariyên mirovî û jêrxaneya bingehîn cihê mixabiniyê ye, û ez bi xurtî wan şermezar dikin”.
Mark Coates, got ku ew “pir tirsiya” ji êrîşên berdewam li ser deveran û binesaziya sivîl li bakurê rojavayê Sûriyê, û bal kişand li ser êrîşa roja pêncşemê li ser nexweşxaneyeke sivîl li devera Kafir Nubul li Idlibê.
Mark Coates, diyar kir ku sê xebatkarên alîkariyên mirovî li Mi’rt al-Ni’hman, berî du hefteyan hatin kuştin, ku ambulansa wan rasterast hat armanckirin, û berî heftiyekê, du karmendên hawarhatinê di dema derxistina sivîlan ji bin kavilan de, hatin kuştin.
Ji aliyê Netewên Yekbûyî 29 bûyer hatine tomarkirin, di nav de 25 êrîş li ser saziyên tenduristî, û alavên hatinûçûnê û xebatkarên alîkariyên mirovî, ligel 45 êrîşan li ser dibistanan heta dawiya nîsana bihurî, û li gorî agahiyên Ofisa Herêmî ku topbaran û êrîşên esmanî û bikaranîna bermîlên teqîner li seranserê Idlibê, rojavayê Heleb û bakurê Hemayê, bûne sedema kuştina bêtir ji 300 kesên sivîl, ligel birûndarbûna bi hezaran kesên din.
Û rejîma Esed ligel hevalbendên xwe, her ji meha nîsana bihurî ve, bi kampanyeke hovane li dijî deverên rizgarkirî li parêzgehên Hema û Idlibê radibin, ku bûye sedema kuştina bêtir ji 800 kesên sivîl û birîndarbûna bi sedan, tevî koçberbûna zêdetir ji 600 hezar kesî ji malên wan, ber bi deverên sînorê Tirkiyê de.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî