Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku hikûmeta Sûrî ya demkî ew aliyê cîbicîkar yê rew û danpêdankirî yê tenê ye li ser xaka Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî duhî roja sêşemê di daxuyaniyekê de got ku hikûmeta demkî bi karê pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkên navçeyên rizgarkirî û yên dorpêçkirî radibe, her weha pêşkêşkirina xizmetgozarî û hêsankariyan bo bi hezaran xwendevanên xwendingeh û zanîngehan, tevî xizmetgozariyên saxlemiyê û çandinê û yên din, bi rêka rêveberî û deste û karbidestên xwe yên li hindurê Sûriyê.
Hevbendiyê tekez kir ku haydarkirina bi navê hikûmeta rizgarkirinê hatiye belavkirin, karekî redkirî û neyasayî ye, wek heman aliyê belav kiriye, û wek binpêkirineke yasayî û kiryareke metirsîdar e û berpirsyaretiya wê dike stûyê kesayetî û aliyên têde beşdar in, tevî desteya Tehrîr Elşam, û ew bi tewawî berpirsyar in di ber vê yekê de, her weha li hember her ziyaneke bêgihêje ofîsên hikûmeta demkî bi sedema vê yekê.
Hevbendiya Niştimanî cext kir ku wê dezgehên hikûmeta demkî di pêkanîna erk û karên xwe de berdewam bimînin, û ji mafê wê ye bi riyên yasayî wan kesên ziyanê bigihînin dezgehên wê siza bike .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî