Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, tekezî li ser piştgiriya xwe ya tam ji daxwazên penaberên Sûrî yên li Holendayê re kir, ew penaberên ku hewlên hikûmeta Holendayê yên ji bo binavkirina Sûriyê wek welatekî aram red dikin, ji ber ku ev yek rê ji bo vegerandina penaberan ya bi zorê bo Sûriyê vedike.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku nerazîbûna penaberên Sûrî nîşana tirsa wan e ji rîskên ku heye rastî wan bên dema vegerin Sûriyê, bi hebûna rijêma Esed û berdewambûna kuştin û girtin û işkencekirinê.
Bekûra dupat kir ku binavkirina Sûriyê wek welatekî ewle b armancên siyasî ye û ne li gorî rastî û rewşa li ser erdê ye, û gotina xwe bi raportên mafên mirovan ên cihê baweriyê piştrast kir, ew raportên ku bi berdewamî binpêkirinên rêjîma Esed li dijî kesên ji Libnanê direvin belge dikin, her weha bi her du biryarên Encumena Mafên Mirovan ên ku di 31 tîrmeha bûrî derketine û belgeyên Komîteya Lêkolînên Navdewletî yên di 9ê çiriya pêşîn a îsal de derxistine.
Bekûra ji civaka navdewletî daxwaz kir ku bi xurtî kar bike ji bo aktîvkirina pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, ku ev yek wek take rêya çareseriyê ji koka pirsgirêka penaberan re dît.
Li Holendayê roja yekşemê bi dehan penaberên Sûrî xwenîşandanek li dar xist, li dijî hewildanên hikûmeta Holendî yên bi armanca binavkirina Sûriyê wek welatekî ewle, ku dibe rê ji bo vegerandina penaberan bo welatê wan.
Xwepêşanderan tekezî li ser metirsîdarbûna vê biryarê kirin, û dupat kirin ku rewşa ewlehîyê li Sûriyê hîn gefeke mezin e li ser jiyana kesên vegeriyayî, li gorî raporên mafên mirovan ên ku gelek haletên girtinê vê dawiyê belge kirine.
Xwepêşanderan diyar kirin ku Sûriye hîn ne ewle ye , ew ewlehiya ku hin hikûmet îdîa dikin, û amaje bi bûyerên belgekirî yên kesên ku ji Libnanê vegeriyane piştî bombebarana dawî ya Israîla dagirker kir, ku dema gihiştine Sûriyê hatine girtin û hin ji wan di bin işkenceyê de di zindanên rijêmê de mirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî