Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî diyar kir ku teqîna terorîstî ya doh bajarê Efrînê armanc kir, bû sedema şehîdketina 11 kesan, yek ji wan pizîşk bû, û birîndarbûna bidehan, rewşa hejmarek ji wan metirsîdar e.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku ev teqîn piştî çend demjimêran ji armanckirina otomobîla Heyva Sor a Tirkî bû, ya yek ji xwebexşên tirk têde şehîd ket, her weha piştî hejmarek ji operesyonên mîna wê bû, ku bi tevaya xwe hewildanên têkçûyî ne , ji bo belavkirina bêserûberî û mirin û tundûtûjiyê, wek take rêya terorîstan.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekezî li ser rawestana xwe li kêleka malbatên ku xoşewîstên xwe ji dest dane kir, û got ku emê di peyketina aliyên li paş van teqînan radiwestin û sivîlan armanc dikin berdewam bin, herweha em sersaxiya malbata lehengê tirk dikin, yê endamê Heyva Sor yê wek xwebexş kar ji bo alîkariya sûriyan dikir, û li ser xaka wan şehîd ket.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku dê gelê Sûriyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî û tevaya hêzên azadî û dadweriyê, berdewam bin di şerê dijî terrorê û rêxistinên terorîstî yên sivîlan ditirsînin û tîmên berevaniya sivîl û yên pizîşkî û dibistan û mizgeftan û ji bilî wan jî bi rengekî bimebest û rêbazkirî armanc dikin, û revandin û îşkencekirin û koçberkirinê bikar tînin.
Û Hevbendiya Niştimanî careke din daxwaza helwestin navdewletî yên vebir dijî terorê û piştgir û veberhênerên wê kir, û got ku ew pir cidî û jidil dan û standinê bi vê mijarê re dike,
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya piştgiriya Artêşa Niştimanî ya Sûrî û dezehên Hikûmeta Sûrî ya Demikî kir, ji bo dorpêçkirina van rêxistinan û piştgirên wan û birîna jêderên wan ên darayî, ji bo ruhabûna ji gefên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî