Nûnerên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yên nû yên li hejmarek ji dewletên bira û dostên gelê Sûriyê hatine destnîşankirin, li pêşiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî sond xwarin.
Û dîplomatê ku ji rijêma Elesed cuda bûye, Fadil Rifaî, li Komara Almaniya Hevgirtî hatiya danîn, û diplomatê ji rijêmê cuda bûye, Nor Eldîn Ellebad, bo Komara Firansa hate danîn, û diplomatê ji rijêmê cuda bûye Beşar Hac Elî bo Yekîtiya Ewropa û Qeraltiya Belçîka hatiye destnîşankirn, û birêz Quteybe Idlibî bo Emerîka , û tevayan li pêşiya Serokê Hevbendiyê sond xwar.
Û di rêûresmên sondxwaerinê de Hevrêzkarê ofîsên têkliyên derve Ebdul Ehed Istêfo, û Emîndarê Giştî, Abd Albaset Abdullatif, û Endamên Desteya Siyasî Bedir Camos û Ebdilmecîd Berekat beşdar bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ji Balyozên nû re tekezî li ser girîngiya rola wan di çêkirina bandora mezin û yekser di hundir dewletên ku ew têde kar dikin kir, ji bo piştgiriya doza gelê Sûriyê, û xwestina pêkanîna azadî û rûmet û demoqratiyê.
Û Elherîrî şiroveyek li ser sitratîciya karê Hevbendiya Niştimanî pêşkêş kir, û got ku ew“li gel Netewên Yekbûyî û dewletên xwedîbandor di doseya Sûriyê de kar dike, ji bo cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmana Ewlekariyê yên pêve girêdayî bi awayekî temamî, yaku têde bi zelalî li ser avakirina hukimdariya cihê baweriyê hatiye rawestan, her weha danîna destûreke nû ji welêt re, û amadekirina hilbijartinên perlemanî û siyasî li gorî bilindtirîn pîvanên zelalî û paqijiyê bi beşdariya tevaya Sûriyan tevî yên li dewletên biyanî belav bûne”.
Û tekezî li ser avakirina rêşûnên baweriyê kir, nemaze pirsa serbestberdana girtiyan, û bal kişand ku ta vê demê Hevbendiya Niştimanî bi şiyanên berdrest wek balyozxane û ofîs û saziyên cîbicîkar kar dike, daku li gor hewcedariya gelê Sûriyê û li ser raweste, û pêre çalak be, û hikumdarîyên pêwîst ava bike, daku bi erkê xwe yê dijwar rabe, di dema kêmbûna jêderan de.
Û Serok berdewam kir û got ku “baweriya me ya temamî bi şiyanên we di karê we de heye, ji ber baweriya we bi şoreşa me û bi rola Hevbendiya Niştimanî di erkê niştimanî derbarê gelê Sûriyê de”.
Û nûnerên nû hatine nîşankirin, danesîn bi xwe û pilana karê xwe kirin, û tekezî li ser karê ji bo dabînkirina piştgiriya navdewletî ji şoreşa Sûriyê re, û pêkanîna hêviyên gelê Sûrîyê di cîbicîkirina azadî û rûmetê de kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî