Serokê Birêveberiya Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ehmed Remedan got ku têwerdana Rûsiya di Sûriyê de amanc jê guhertina dîmugrafî li welat e ,û berfirehtirîn rûberê xakê kontrol bike, û opzisyonê bi herdû baskên wê yê siyasî û leşkerî bidawî bike.
Remedan di axaftina digel Toreya Cîrûn got “şerê li dijî terorê tenê behane ye ji bo zêdegaviyan li ser Sûriyê.” û Destnîşan kir ko Mosko “ti carî belge nedane li ser kuştina serpereştekî ji rêkxistinên tirorist bi êrîşên xwe yên asmanî.”
Û tekez kir ko van êrîşan bi sedên sivîlan kuştine, ji encama çekên asmanî yên Mosko li herêmên derveyî kontrola rêjîmê.”
Remedan dibîne ko “istiratîciya Mosko ew e bikaranîna tiroristiyê ji xwe re wek delîve ji bo qezencên siyasî , û gelek nîşandek hene li ser amanckirina Rûsiya ji artêşa azad re di şerê dijî rêkxistina Daişê. ”
Remedan got ko Rûsya hebûna nakokiyan li deverê ji xwe re wek delîve dibîne ji bo qezencan li herêmin din ji cîhanê bidest xwe ve bîne û “dîsa xwe wek dewleta mezin û zilhêz nîşan bide”, û berdewam kir û got: “piştî demeke dirêj wê rûsiya xwe bibîne ku gelek ziyan lê bûne, ji ber ku wê xwe wek hêzeke dagîrker li Sûriyê sepandiye. ”
Û tekez kir ko civaka navdewletî nahêle Rûsya bi tena xwe Sûriyê bidest xwe ve bîne, û got: Rûsya vê yekê dizane ji ber wilo jî nuha dixwaze bilez bigihê çareyekê, û ew dizane gelek pelikên bi hêz di dest wê de tune ne ku pê fişaran li Amerîka bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî