Duh înê çend xwepêşindan li parêzgeha Helebê û Idlibê derketin, xwepêşanderan daxwaz kirin ko rûjîma Esed birûxe û girtî ji zindanên Esed bêne berdan.
Xwepêşanderan li bajarokê “Kilî” yê bakurê Idlibê piştî nivêja înê daxwaz kirin ko rêjîm bête rûxandin û Beşar Elesed siza bibe û girtî bêne berdan û rewanê şoreşê ji nû ve li kolana Sûrî bête vejandin.
Xwepêşinderan li ser tabloyan nivîsandibûn:“azadî nirxekî kêm e, eger girtî neyên berdan” “Rûsya Idlib dişewitîne”, “ neçar e, wê bend bêne şikandin, û girtî bêne berdan” û “eger we zarokên me bi tiroristî kuştine, hûn nikarin şoreşa me bikujin”.
Û hejmarek ji xelkên bajarê Me’ret Elnu’n li bakurê Idlib rawestandineke pirotestokirinê pêk anîne ji bo şermezarkirina kuştarên bombebarana asmanî ya firokên Rûsya û rêjîmê û hevpeymana navdewletî li ser Reqa û Dêra Zorê.
Her weha li ser daxwaza yekîtiya şoreşgerên Helebê“ û desteya sivîl û ya siyasî” li dora 600 kesan li bajarokê “Erom Elkubra” li rojavayê Helebê derketin xwepêşandanê û daxwaza rûxandina rêjîma Esed û berdana girtiyan û berdewamiya şoreşê kirin
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart