Endamê Desteya Siyasî û Rêvebirê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, dît ku plana vegerandina şeş hezar penaberê Sûrî bi darê zorê ji aliyê desthilatên Libnanî ve berovajî pirensîpa vegera ji dev xwe ye, yaku mercên wê hene û ta dîroka îro jî li Sûriyê dabîn nebûne, û Idrîs tekez kir ku tiştê li Libnanê çêdibe fişareke yekser e li ser penaberên Sûrî da vegerin deverên ku jê reviyane.
Û Idrîs daxwaza rêzgirtina yasayên navdewletî yên ku divê penaberan biparêzin û mafên wan bidin wan ji desthilatên Libnanî kir, û ew di ber çi ziyana ku bighê kesên vegeriyane deverên di bin kontirola rijêma Esed de berpirsyar dîtin, û cext kir ku deverên di bin kontrola rijêma tawankar de bi ti awayî li gel hebûna dezgehên ewlekariyê û milîsên mezhebî ewle nabin.
Û Idrîs daxwaz ji Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî û Serokê Komîseriya Bilind ya Penaberan a Netewên Yekbûyî kir ku agahdar bin bi tiştên li libnanê tên kirin û yekser destêwerdanê bikin, û dibîne ku tiştê Libnan niha pê radibe ew e ku penaberan bi darê zorê vedigerîne kuştargehên rijêma Esed, û Hikûmeta Libnanî berpirsyariya tiştê ku bi serê wan penaberan were ji îşkence û binpêkirinan hildigre.
Ev piştî wê yekê hat ku Wezîrê Libnanî yê koçberan Îsam Şeref Eldîn, duh roja Înê, derketina yekem karwanê penaberên Sûrî ji Libnanê ragihand, û diyar kir ku şeş hezar penaberên Sûrî dê Çarşema bê ji Libnanê vegerin, di çarçoveya karwanekî de ku li ser sê dergehên sînorî hatiye dabeşkirin.
Û Wezîrê Libnanî eşkere kir ku beşek ji penaberên Sûrî dê ji dergehê “Elzemranî” ber bi gundê Elceracir herin, û beşeke din ji dergehê “Gussiye” ber bi Humsê û beşeke din ji dergehê “Elmesna” ber bi Şamê ve derkevin.
Û Wezîrê Libnanî amaje bi wê yekê kir ku dosya vegera penaberên Sûrî di destê Rêveberê Asayişa Giştî ya Libnanê Ebas Îbrahîm de ye, di dema ku ew (Isam Şerefeddîn) alîkariyê di pêşkêşkirina lîsteyên navên koçberan tê de ne dide asayişa giştî.
Tê zanîn ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, berî bi demekê di daxwiyaniyeke xwe de bal kişandibû ser ku berdewamiya Hikûmeta Libnanê di plana derxistina penaberên Sûrî bi darê zorê ji Libnanê bo deverên di bin kontirola rijêma Esed de li Sûriyê, wek rêxweşkirinê ye ji tawaneke mezin re, ya ku dê were serê derbideran ji ber siyaseta rijêma Esed ya naskirî di girtin, kuştin û îşkencekirina her kesê ku dijberiya wê kiriye an ji deverên di bin kontirola wê de derketiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî