Tuesday, December 5, 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Û Desteya Hevrêzkar Li Ser Redkirina Çi Dagîrkereriyê An Têwerdana Biyaniyan Li Sûriyê Lihev Kirin

June 15, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Hevbendiya Niştimanî Û Desteya Hevrêzkar Li Ser Redkirina Çi Dagîrkereriyê An Têwerdana Biyaniyan Li Sûriyê Lihev Kirin

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê û Desteya Hevrêzkara Niştimanî ya Hêzên Guherîna Dîmuqratî li ser asoyên Çareseriya Siyasî lihev kirin, redkirina xwe ji çi Dagîrkereriyê an têwirdana biyaniyan li Sûriyê diyar kirin.

Di daxuyaniya hevbeş ya bidawîkirina civînan de ko herdu alî sê rojan digel hev ji 13-15ê cehzeranê li paytexta Belcîka Biroksilê civiyan, ev hevdîtina çarem bû di pêvajoya yekgirtina helwesta Opozisyona Sûriyê de û dîtina wê ji asoyên çareseriya siyasî û pêşveçûnên ko li Sûriyê çê dibin. 

Dîtina herdu aliyan tekez kir ko ew bi çareseriya siyasî ya niştimanî li gora daxuyaniya Cinêvê(30 Cehzerana 2012an ) û lêvegera navdewletî û biryarên netewên yekbûyî û encûmena ewlekariyê yên têkildar pabend , û li ser lihevkirinên niştimanî di navbera pêkhatiyên civaka Sûrî ji Ereb û Kurd û Tirkuman û Siryan û Aşûrî û yên din ko beşdarbûna hemûyan dabîn bike di avakirina dewleteke sivîl, dîmuqratî û amadekirina girêbesteke niştimanî ko nasnameya niştimanî ya kolmel ji hemû Sûriyan re rêkxistin bike.

Daxuyaniya dûmahiyê got: “Civînkar miletê Sûrî bi hemû pêkhatiyên xwe ve dibînin ko ew qurbaniya tawankariya rêjîmê ye û bêçareya civaka navdewletî ji parastina milet ko hişt ew bêserûber û malwêran bibe, hem ket ber qîlên tiroristiyê, herdu aliyan çi têwirdana biyaniyan û dagîrkerî redkirin”
Daxuyaniyê daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ko bi rola xwe rabe û piştgiriya çareseriya siyasî bike ji bo biser bikeve û beşdarbûneke aktîv di operasiyona danûstandinan bike û hem biryarên navdewletî cîbicî bike û tundiya rêjîmê bidawî bibe û beraberiya tiroristiyê bi hemû cûreyên xwe û guhdana penaberên Sûrî û pirsgirêkên wan çareser bike.

Rizgarkirina miletê Sûrî bi hemû aliyan heta yên hogir jî bi rizgarî ji rêjîmê çareser dibe û hem şerê hêzên tirorist û yên tundrew, herdu alî dibînin ko şerê tiroristiyê mercê wê bidawîkirina zordarî û hişyarbûna hêzên civaka niştimanî ye, ko bi serpereştiya Desteya desthilatdar li gora istiratîciya herêmî û navdewletî dibe.

Herdu aliyan soz dan ko hevdîtinên herdemî û kargehên kar bi beşdarbûna nûnerên hêzên siyasî û pêkhatiyên civakî û çalakvan û pispoeran û piştgiriya bizava Desteya Bala ya danûstandinan û xurtkirina hevgihandinê û hevrêziyê di navbera hêz û pêkhatiyên niştimanî yên Sûrî û hem serdanên hevbeş bibal dewletên têkildar bi kêşeya Sûrî ve bikin.

Herdu aliyan li ser pêşvebirina dîtina Opozisyonê li ser kêşeya Kurdî û dîtina çareseriyeke dad jê re di çarçoveya yekîtiya Sûriyê milet û xak ko danpêdaneke destûrî bi nasnameya netewî Kurdî bibe û hêzên Kurdî yên siyasî û şoreşgerî di avakirina Sûriya dîmuqratî de beşdar bibin.

Civînkaran kuştarên hovane yên ko li Sûriyê li ser destê Esed û hevalbendên wî çê dibin ko koçkirina kotekî çê dike û dorpêçê li ser herêmên temamî çêdike û nahêle xwarin û derman bigihê wan û hem di girtin û veşartina bi kotekî berdewam e, evê nehişt zemîneke guncaw ko danûstandin li gor wê dîsa pêk bên çêbibe.

Herdu aliyan Desteya hevrêzkara Niştimanî û Hevbendiya Niştimanî spasiya yekîtiya Ewropî û desteya karê derve ya yekîtiyê ko piştgiriya civînê kirin û hem pêdiviyên serkeftina civînê pêk anîn.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hevbendiya Niştimanî: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin ku Rêşûnên Rêgir bo Rawestandina Armanckirina Dibistanan û Tawanên Rijêmê Yên Berdewam Dermafê Sivîlan Bistîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin ku Rêşûnên Rêgir bo Rawestandina Armanckirina Dibistanan û Tawanên Rijêmê Yên Berdewam Dermafê Sivîlan Bistîne

December 5, 2023
Kuştina Ciwanê bi Navê “Merwan Hesen Elhemed” ji Xelkê Parêzgeha Deraa ji Ber Îşkenceyê di Zîndanên Esed de
Nûçeyên Hevbendiyê

Kuştina Ciwanê bi Navê “Merwan Hesen Elhemed” ji Xelkê Parêzgeha Deraa ji Ber Îşkenceyê di Zîndanên Esed de

December 4, 2023
Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Bizavên Rêxistinên Sûrî ji bo Avakirina Dadgeheke Awarte bo Berpirsiyarkirina Tawanbaran di Ber Bikaranîna Çekên Kîmawî de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Bizavên Rêxistinên Sûrî ji bo Avakirina Dadgeheke Awarte bo Berpirsiyarkirina Tawanbaran di Ber Bikaranîna Çekên Kîmawî de Dike

December 1, 2023
Next Post
ENKS BÎranîna 59emîn sal Ya Damezrandina Yekemîn Partiya Siyasî Li Qamişli Vejand

ENKS BÎranîna 59emîn sal Ya Damezrandina Yekemîn Partiya Siyasî Li Qamişli Vejand

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 115.3k Followers
  • 14k Subscribers
  • 6.1k Followers
  • 9 Followers

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî: ji Civaka Navdewletî Tê Xwestin ku Rêşûnên Rêgir bo Rawestandina Armanckirina Dibistanan û Tawanên Rijêmê Yên Berdewam Dermafê Sivîlan Bistîne

Kuştina Ciwanê bi Navê “Merwan Hesen Elhemed” ji Xelkê Parêzgeha Deraa ji Ber Îşkenceyê di Zîndanên Esed de

Hevbendiya Niştimanî Piştgiriya Bizavên Rêxistinên Sûrî ji bo Avakirina Dadgeheke Awarte bo Berpirsiyarkirina Tawanbaran di Ber Bikaranîna Çekên Kîmawî de Dike

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Tevgereke Navdewletî ji bo Dadpirsîna Esed li Ser Bikaranîna Çekên Kîmawî li Dijî Sivîlan Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2023 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.