Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, bîranîna 59emîn sal li ser damezrandina yekemîn partiya siyasî Kurdî li Sûriyê duh Sêşemê 14 hezêranê vejand.
Vejandin bi amadebûna partiyên siyasî , nûnerên civaka sivîl , rêxistinên jinan û dezgehên ragihandinê hate bi rêvebirin.
Gotina emîdariyê ji hêla Tahir Sifûk endamê emîndariyê ve hate xwendin û têde xebat û tekoşîna damezrêneran anî ziman û bi şêweyekî berfireh li ser dîroka jiyana siyasî ya kurdî li sûriyê axivî û li ser nîrên zehmet ku di jiyana partiya yekemîn de derbasbû sekenî.
Sifûk balkişand ser qonaxên dîrokî yên ku partiya Kurdî têde derbas bû û bi teybet sedemên perçebûna partiyê di navbera (Yemîn û Yesar) de û li ser kongirê hevgirtinê li Kurdistana Iraqê sekenî.
Her wiha bîranîn ji hêla hin xwecihiyên ENKS ve li bajar û bajarokên Kurdî hate vejandina.
Tê zanîn ku yekemîn partiya siyasî Kurdî li Sûriyê di 14 Hezêrana 1957 hate damezrandin.
Jêder: Hevbendî