Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Elşihabî û Serokê Encumena Xwecihî ya bajarê Babê Mustefa Elosman, bi rûsipî û xwiyayiyên bajarê Babê re li navenda çandê ya bajêr duh çarşemê civiyan, û li ser rewşa xizmetguzariyê li bajêr û pêşhatên siyasî yên dawî axivîn.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî Heysem Elşihabî behsa rewşa siyasî ya navdewletî ya girêdayî dosya Sûriyê kir, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî pabendiyê bi piransîpên şoreşa Sûriyê û daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî û dadwerî û rûmetê de dike.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke mezin dide rêvebirina deverên rizgarkirî û çakkirina rewşa jiyanê li wan deveran, ji bo pêşkêşkirina nimûneyekî berdêl ji rêjîma Esed re, ya ku hîna red dike ku biryarên navdewletî cîbicî bike, û dibe rêgir ji proseya gihiştina çareseriya siyasî re.
Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Xwecihî Mustefa Elosman behsa pirojeyên herî dawî yên bajarê Babê kir, û şiroveyek li ser xebatên ku Encumena Xwecihî pê radibe û bi dawî anîne pêşkêş kir, û tekezî li ser berdewamiya kar ji bo çakkirina xizmetguzariyan li deverên rizgarkirî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî