Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hişam Merwa nerazîbûna Hevbendiyê ya tam ji “ Her pêşniyarekê, yan bazarekê, yan bêqîmetkirinê re ji vîn û daxwaza gelê Sûriyê re,derbarê yekîtiya Sûriyê bi xak û gelê xwe ve ” tekez kir .
Merwa got:” Em qebûl nakin ti kes hewl bide ku têkoşîna Sûriyan ya ji bona rûxandina rêjîma zordarî û tawankariyê vêketiye; ji bona derbaskirina pilanên parçekirina Sûriyê bikar bîne, ji ber ku ev nagunce bi giyan û xwestekên veguhestina welat bo dewleteka Sivîl û demokratîk û hemû welatî tê de serbixwe û wek hev bin bê cudahî li pêş zagonê “.
Merwa tekez kir Ku:” Hevbendî û herwiha hêzên şoreşê, li dijî her pirojeyekî ku vajî yekîtiya Sûriyê be dirawestin, li jêr çi bihane û nav û gotinê be”.
Herweha Cîgirê Serokê Hevbendiyê pesin da” Hevgirtina gelê Sûriyê yê resen û têrçand û pêkhat “. û baweriya Hevbendiyê ya tekûz anî ziman bi: ” rawestandina hemû Sûriyan li hember hewlên belavkirina cudahiyê, û bi pêgiriya wan ya berdewam serbilind in bo parastina piransîpên şoreşê tevlî hewlên berdewam yên bo guhertina berê şoreşa me ya bo geşekirina Sûriyayek yekgirtî bi xak û gelê xwe ve û wefadar ji qurbaniyên gelê Sûriyê re”.
Jêder: Hevbendî