Wezîrê derve yê Firensa Loran Fabyos, daxwaza pêkanîna çareseriya Siyasî li Sûriyê û damezrandina hikûmetaeka nû bê Esed kir, û bal kişand ku Firensa vê mijarê bi Civaka navdewletî re gengeşe dike bi armanca dîtina çareseriyekê ku Sûriya bête rizgarkirin ji Esed û DAIŞê.
Duhî fabyos got ku parîs hişyariyê dide ji parçekirina Sûriya û Iraqê di dema ku kar û bizava navdewletî bilez bihêz nebin li dijî rêxistina DAIŞê û li hember pêkanîna komelkujiyên zêdetir.
Ji aliyê xwe ve cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyek rojnamevanî de tekezî kir li ser retkirina Hevbendiyê “ji her pêşniyarekê re, yan bazarekê re, yan bêqîmetkirinê ji vîn û daxwaza gelê Sûriyê re,derbarê yekîtiya Sûriyê bi xak û gelê xwe ve”.
Di heman demê de cêgirê serok cext li ser retkirina hevbendiyê kir li ser pilanên parçekirina Sûriyê ji ber ku ev piroje ” nagunce bi giyan û xwestekên veguhestina welat bo dewleteka Sivîl û demokratîk û serbixwe têde hemû welatî wek hev bin bê cudahî li pêş zagonê”.
Jêder:Hevbendî+ wekalat