Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf li Stembolê pêşwaziya nûnerên kombenda kurdên serbixwe li bargeha Hevbendiyê kir.
Di hevdîtinê de ji aliyê Hevbendiyê endamên desteya siyasî Ebdulahed Istêfo û Eses Ele’bide û Hadî Elbehra û Yaser Ferhan amade bûn û ji aliyê kombendê serokê civata rêveber Ebdulazîz Temo û endamên civata rêveber Mihemed Elî Îsa û Îbrahîm paşa û Azad Osman amade bûn.
Di gengeşeyan de bal hate kişandin li ser dumahîk guhertinên siyasî û meydanî û bijardeyên li pêş Hevbendiya Niştimanî û opozisyona Sûriyê hevdem li jêr sîbera dabeşkirina destdanîna navdewletî li ser xaka Sûriyê û çawaniya parastina biryara siyasî ya Sûrî ya serbixwe.
Herdu alî rêkeftin li ser karê hevbeş û hewlên parastina piransîpên şoreşa Sûriyê di her çareseriyek siyasî li dema pêş de, û tekezî kirin li ser erênekirina mana Esed û rijêma wî ne di qonaxa veguhêz û nejî di paşeroja Sûriyê de.
Ji aliyê xwe ve, şanda kombenda kurdên serbixwe bal kişand ku milîsên PYD hewla jinavbirina rewşa siyasî ya kurdî dikin, her weha ajotina gelê kurd bo şerên “ne di berjewendiya gelê kurd de”.
Û şanda kurdên serbixwe bal kişand ku bi sedema van kiryaran rewşa gelê kurd ji rewşa navçeyên Sûriyê yên din xirabtir bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî