Encumana Niştimanî ya Kurd di daxuyaniyekê de, kiryarên terorîstî yên çetetî yên ku milîsên PYD derheqê gelê kurd li Sûriyê pêk tînin, bi girtina hejmarek ji kadroyên Encuman di êvara amadekariyên ahengên piştgiriya rêfrandoma ku wê di di 25ê vê êkûnê de lidar bikeve , şermezar kirin.
Û Encuman got ku ev helmeta hestîrî ya wan milîsan ji bo tirsandina cemawerê gelê kurd e, û astengîkirin e ji bo nehêlin gel beşdariyê di wan ahengan de bike, û Encuman ji gelê Kurd ê wefadar xwest ku bi rengekî aktîv tevlî wan çalakiyan bibin.
Û wek hatiye serhejmarkirin, hejmara girtiyên wê helmeta milîsên PYD gihişt 30 kadroyî ta niha, û piraniya wan ji Partiya Yekîtî Ya Kurd li Sûriyê, û Partî Demoqratî Kurdistanî- Sûriya ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê