Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî workşopek di bin navê “Astengiyên li pêşiya mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovî di sînor re li Sûriyê” li dar xist, berî civîna Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî ya ji bo gengeşekirina dirêjkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovî di sînorên Sûriyê re.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û ya Giştî û komek ji mafnas, lêkolîner, çalakvan û xebatkarên di warê mirovî de, di rêya odeyeke televizyonî girtî re di komxebatê de beşdarî kirin.
Û Beşdaran tekezî li ser giringiya dirêjkirina biryara gihandina alîkariyên mirovî di sînor re kirin, di dema rewşa mirovahî ya dijwar de yaku derbider û koçber li bakurê Sûriyê têde dijîn, her weha belavbûna nexweşiyan di nav de COVID-19 û cureyên wê û kolêra, û wêrankirina beşekî mezin ji jêrxaneya tendirustiyê û rawestandina karê wê li ser destê hêzên rijêma Esed û piştgirên wê.
Û amadebûyan tekez kirin ku bûyeran hîlebaziyên rijêma Esed û bikaranîna alîkariyên mirovî di operasiyonên xwe yên leşkerî de û nedana wan ji kesên hewcedar re hate çesipandin, her weha redkirina wê ya berdewam ji derbaskirina barhilgiran ji deverên hewcedar re.
Û amadebûyan amaje bi wê yekê kirin ku pêwîste nehêlin Rusya dosya mirovî di rêya gefên bikaranîna mafê vetoyê re bikar bîne, ji bo bidestxistina destkeftên siyasî, yaku berovajî biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê ne ye, û berovajî pirensîpên ku Netewên Yekbûyî li ser ava bûye ye.
Û Beşdaran pêşniyar kirin ku Hevbendiya Niştimanî nameyekê ji Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî û Serokê Encûmena Ewlekariyê re bişîne, derbarê pêwîstiya dirêjkirina biryara Encûmena Ewlekariyê û mîkanîzma derbaskirina alîkariyên mirovî di riya sînoran re, an jî mîkanîzmeke berdêl yaku dawiyê li bikaranîna Rusya ya berdewam ji dosya mirovahî re bîne peyda bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî