• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Tuesday, 31 January , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî Nameyekê Arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Dike û Têde Daxwaza Dirêjkirina Biryara Derbaskirina Alîkariyên Mirovî an Dîtina Mîkanîzmeke Berdêl Dike

January 8, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Serokê Hevbendiya Niştimanî Nameyekê Arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Dike û Têde Daxwaza Dirêjkirina Biryara Derbaskirina Alîkariyên Mirovî an Dîtina Mîkanîzmeke Berdêl Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit, peyamek arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonîo Guterres derbarê pêwîstiya nûkirina biryara derbaskiria alîkariyên mirovî bo Sûriyê di riya xalên sînorî re û rawestandina keysanîna Rusya ji dosya mirovî kir.

Û Elmislit tekez kir ku kiryarên rijêma Esed û hevkarên wê bûn sedema mezintirîn bobelata mirovî ya cîhanê piştî Cenga Cîhanê ya Duwemîn, û bû gef li ser maf û ewlehiya bi milyonan Sûriyên ku li bakurê Sûriyê dorpêçkirî ne, û bal kişand ser ku li gorî prensîbên di Netewên Yekbûyî de hatine “Pirsgirêka mafên mirovan û ewlehiya wan mijareke navdewletî ye, û êdî nema arîşeyeke navxweyî ye, û binpêkirina wan gefê li ser aştî û ewlehiya navneteweyî çêdike.”

Û Elmislit diyar kir ku bûyeran derewên rijêma Esed derbarê amadebûna wê ji bo gihandina alîkariyan di rêya deverên di bin kontrola wê de re eşkere kirin, û da zanîn ku ew çend barên ku destûr bo wan hate dan daku derbas bibin, tenê ji bo mebestên propagandayê bûn, di heman dema ku rijêm rijd bû ku ew alîkarî hewcedariyên wan deveran dabîn nekin.

Û Elmislit di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku operasyonên Netewên Yekbûyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên navdewletî bo Sûriyê di xalên sînorî re, hemû mercên bingehîn yên rewatiyê pêk anîn, çi di warê rêzgirtina prensîbên mirovî û bêalîbûna belavkirinê û destpakî û nebûna cudahiyê di radestkirina alîkariyan de be, û çi di ware erêkirina aliyên ku bi rastî devera derbasbûna alîkariyê kontrol dikin be, ku hemû tiştên ku li gorî yasayê pêwîst in ji bo pêşkêşkirina alîkariyê hene, û mafê aliyan tuneye bêyî hebûna sedemin yasayî, alîkariyan bi kotekî rawestînin.

Û Elmislit daxwaza dirêjkirina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî di sînor re bi dirêjkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2642 ya 12ê Tîrmeha 2022an kir, û got ku eger biryar neyê dirêjkirin gereke li çareyin berdêl bê gerîn.

Û tekezî li ser pêwîstiya zêdekirin û berfirehkirina çarçoveya alîkariyên mirovî kir, ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke û yên awarte di warên bicîbûn, xwarin, perwerde, tenduristî û xizmetguzariyê, ji derbider û nişteciyên wan deveran re.

Û daxwaza piştgiriya bizavên riya proseya siyasî ji bo bidestxistina veguhertineke siyasî ya tam û cîbicîkirina biryara 2254 kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Elmislit Tekez Dike Ku Rijêma Esed Pabendî bi Biryara Navdewletî 2118an Nekir û Daxwaza Cîbicîkirina Tedbîrên Ku Benda Heftemîn ji Madeya 21ê Disepîne Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.