Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê workşopeke yasayî ji endamên Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstendinê ya Sûrî, nûnerên sendîkayên parêzer û çalakvanên mafên mirov lidar xist, ji bo gotûbêjkirina biryara lêborînê ya vê dawiyê ya serokê rejîmê dayî û gotûbêjkirina merem û bandorên wê yên dibe çêbibin li ser penaber û girtiyan.
Workşop pêk hat ji pêşkêşkirina belgeyên lêkolînê yên ji bo şirovekirina nivîsîna biryara lêborînê û nakokiyên têde û xizmeta wê ji siyasetên rijêmê re û nebûna dadweriyê û xap û fêlbaziyên li dijî xelkê Sûriyê û civaka navdewletî hatin ravekirin, û paşî diyalogek berfireh çêbû li ser biryarê û bendên wê û giringiya hebûna tevgerekê li ser asta erebî û navnetewî ji bo zelalkirina bandorên wê.
Yasir al-Ferhan, endamê desteya siyasî û kordînatorê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtiyan û Kesên Bêserûşûn, di derbarê “bijartina” rêjîmê ji tawanên di biryara lêborînê de axivî û got ku ev rê li pêş dadwer vedike ji bo sûc li gorî fermanên ewlehkarî binav bike, ji ber kontrola ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve û nebûna serbixwebûna dadweriyê.
Wî got ku rejîm “li ser kaxezê biryara lêborînê dide, lê di rastiyê de kampanyayên girtin û kuştinê pêk tîne”, û bal kişand ser ku rejîm sûcdaran serbest dike, û hemû dijberên siyasî û berevanên mafên mirovan ji biryarên wê bêpar dimînin.
Endamê desteya danûstendinê ya Sûrî, parêzer Tariq al-Kurdî, bal kişand ser girîngiya aşkerekirina hewlên rêjîmê ji bo xapên yasayî pêşî li xelkê Sûriyê û paşî li civaka navdewletî bike, û got ku rejîm “dixwaze xwe xuya bike ku hîn jî xwedan desthilatek tekûz heye, ku dikare xelkê Sûriyê siza bike, û li wan bibor e”.
Wî tekez kir ku biryara lêborînê tiştekî nû çênekir, û xuya kir ku hîn jî beşek mezin ji Sûriyan li hindur û li dervayî welêt jî hene ji aliyê organên ewlehkariya rejîmê ve jî heta piştî derxistina wek vê biryarê hêjî têne binçavkirin.
Wî da zanîn ku mebesta sereke ya biryarê “xapandina” Sûriyan û civaka navdewletî ye, û bal kişand ku ev lêborîn bi xwe ve gelek xirabkarî û xapandin û nezelaliyan hildigire, ku gelek bendên yasaya terorê û yasa sizaya giştî hîn jî bandorê li ser beşek berfireh ya xelkê Sûriyê li hundur û derveyî welat dike, nemaze penaber û mirovên koçber.
Ji hêla xwe ve, parêzer Hesen Yosif ji sendîkeya parêzerên azad, diyar kir ku pesendkirina yasa dikeve di çarçova xizmetkirina rojeva rejîmê û siyaseta wê de, ya li ser bingeha sernimizkirina milet û talankirina mal û bêparkirina wan ji azadiyê, berevajî rewiştên zagonî yên ku derxistina yasa ji bo xizmeta civak û gel didin zanîn.
Encûmena sendîkeya parêzerên azad şaxê Helebê di heman demê de pêşnîyarên girîng pêşkêş kirin, û cext kirin li ser giringiya berdewamiya lidarxistina semînarên taybet ji bo hişyarkirina civakê li ser metirsiyên vê biryarê û biryarên din ên bi mebesta tolvekirinê ji gelê Sûrî.
Encûmenê daxwaza kar ji bo eşkerekirina kiryarên rêjîmê yên veşartî bi qanûnê ji bo tolvekirinê ji dijberên xwe û şoreşgeran bike, herweha piştgirîkirina xebata yasayî û qanûnî li deverên rizgarkirî û li welatên diasporayê ji bo parastina gelê Sûriyê ji tawanên rêjîmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî