Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî civîna xwe ya rolane bi amadebûna herdû Cîgirên Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilhekîm Beşar û Ruba Hebûş û endamin ji herdû Desteyên Siyasî û Giştî lidar xist, û Desteyê behsa komek ji doseyên navdewletî û bandorên êrîşkirina Rûsiya li ser Okranya li ser doseya Sûriyê kir.
Û Desteyê xweşhaliya xwe bi biryara Komeleya Giştî yaku têde şermezariya dijminkariya Rûsiya li ser Okranya kiriye anî ziman, û dît ku ev biryar pêngavek e li ser riya mafdana gelên ku rastî tawanên rijêmê û Rûsiya û hevalbend û destekên wan li Sûriyê û Corciya û derên dîtir hatine.
Û Desteya Siyasî dît ku dengdana rijêma Esed li gel Rûsiya dijî biryara navdewletî alîgiriya wê ya tam û tevlêbûna wê di hundir hevpeymaniya şer de tekez dike, şerê ku rijêma Rûsî dermafê gelê Okranya û serweriya dewleta wan dike.
Û Desteya Siyasî behsa tiştê ku li deverê dibin û alîgiriyên navdewletî derbarê êrîşa Rûsî li ser Okranya û teqana ku di Encumena Ewlekariyê de çêbûye kir, û Desteyê tekezî li ser helwestên neguhêr derbarê şermezarkirina êrîşa Rûsiya kir, û cext kir ku rijêma ne rewa kursiyê Sûriyê di Netewên Yekbûyî de dagîr dike û ji berjewendiyên xwe û Rûsiya re bikar tîne.
Û endamên Desteya Siyasî tekezî li ser pêwîstiya kar û pêwendiyan li gel Netewên Yekbûyî ji bo vegerandina kursiyê Sûriyê û dana wê bo gelê Sûrî wek xwediyê wê yê resen kir, û Desteyê got ku rijêma ku ew kursî dagîr kiriye, curbecûr kiryar û şêweyên tawanan dike, û gefê dide aştiya herêmî û ya navdewletî, wek Rûsiya yaku îro aştiya navdewletî xistiye bin gefan de di riya binpêkirina yasaya navdewletî û dijminkariyên li ser serweriya dewletan re.
Û Desteya Siyasî deng da ji bo biryara ku roja 30 êlûnê ji her salê bibe wek roja Qirkirina Komelgehî yaku gelê Sûrî li ser destê rijêmê û hevalbendên wê yên Îranî û Rûsî rastiyê hatiye, heman roja ku têde Rûsiya dijminkariya xwe ya leşkerî yekser biriye ser Sûriyê, û amadebûyan bi yek dengî tekezî li ser giringiya şopandinê di vê warî de û pêkanîna pêwendiya li gel Netewên Yekbûyî kirin, da ku vê rojê têxe nav rojên navdewletî di ejindeya Netewên Yekbûyî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî