Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Cîhad Mir’î, xweşhaliya xwe bi biryara ku dadgeha Lahay dermafê yek ji endamên hêzên Esed derxistiye anî ziman, û tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina mîkanîzma navdewletî bo sizakirin û dadpirsîna binpêkerên tawanên cengê li Sûriyê di çarçoveyeke berfireh de kir, bi rengekî ku sembolên rijêmê yên bi awayekî yekser di ber binpêkirin û tawanan de berpirs in li xwe bigire.
Û Cîhad Mir’î bal kişand ser ku dadpirsîna binpêkerên tawanan li Sûriyê beşekî sereke ye ji çareseriya siyasî li Sûriyê. Ew çareseriya di biryarên navdewletî yên têkildarî karûbarê Sûrî de hatine, di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254, û dest ji vê beşê nayê berdan.
Û dadgeheke Laheyê endamek ji hêzên Esed bi zîndankirina 12 salan siza kir, bi tometa pêkanîna wî ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê re, dema beşdarbûna wî di kiryarên îşkence û binçavkirina neyasayî de li Sûriyê.
Û dadgehê diyar kir ku navê wî kesê dadgehê ew siza kiriye Mustafa. A ye, û beşdarî di binçavkirina mêrekî li Sûriyê di sala 2012an de kiribû, berî ku wî radestî berpisyarin istixbarata asîmanî yên ku rêvebirina zîndanekê dikirin û girtî têde işkence dikirin bike.
Û dadgehê ew bi tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê, di nav de îşkence, danûstandina nemirovane û binçavkirina neyasayî her wiha tevlêbûna rêxistineke tawankar tometbar kiriye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî