Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, xweşhaliya xwe anî ziman bi sizayên hevbeş ên Amerîka û Brîtanya yên ku kesayetî û kompaniyên ku di rêya berhemdan û hinartina Kaptagonê re piştgiriya rijêma Esed dikin armanc kirine, ji ber ku bazirganiya bi hebên Kaptagonê îro girîngtirîn karê hinardekirinê ye li bal rijêma Esed.
Û Elmislit îro di daxwiyaniyin taybet de got ku welatên kartêker dest bi hestkirina bi metirsiya Kaptagona Esed kirin, piştî ku deverên rijêma Esed bûn navendeke sereke ji bo çêkirin û belavkirina Kaptagonê li welatên cîhanê, ji ber ku riyên bazirganiya wê ji Sûriyê heta Libnan, Îraq û Tirkiyê û welatên Kendavê û welatên Afrîka û Ewropayê berfireh dibin.
Û Elmislit got ku rijêma tawankar ya ku ji 12 salan ve xelkê welêt dikuje û koçber dike, tiştekî ji bilî keresteyên hişbir, teror, milîs û qeyranên din ji welatên dûr û nêzîk re pêşkêş nake.
Û ev yek piştî ku Amerîka û Brîtanya duh, Sêşemê, siza li ser 12 kes û du kompaniyên ku piştgiriya rijêma Esed dikin di bazirganiya keresteyên hişbir de sepandine hat, û sizayên hevbeş li gor yasaya “Qeyser” ji bo parastina sivîlên Sûriyê dê bêne cîbicîkirin.
Û malpera Wezareta Xezîneya Amerîkî di daxwiyaniyekê de diyar kir ku lîsteya cezayên nû dê “rola girîng a qaçaxçiyên keresteyên hişbir ên Libnanî – yên ku têkiliyên wan ên nêzîk bi Hizbullahê re hene – di hêsankirina hinartina Kaptagonê de anî ziman, û herweha tekezî li ser “hejmûna malbata Esed li ser bazirganiya nerewa ya Kaptagonê ji bo fînansekirina rijêma zordar” kir.
Û ev nav di lîsteya Cezayên hevbeş de hatin: Xalid Qedûr, rêveberê ofîsa Mahir Esed, Samir Kemal Esed, Wesîm Badî Esed, fermandarê milîsên Tugayên Baas, Îmad Ebû Zirêk, Hesen Mihemed Diqo, Nûh Zueytir, Ebdulletîf Hemîd, Mistefa Mesalme, Tahir Keyalî, Amir Xîtî, Mihemed Şaliş, Racî Felhût, û kargeha Bazirganî ya Hesen Diqo, û saziya Îsra ya hawirdekirin û hinartinê.
Û Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat, diyar kir ku wan ev nav hemû bi dosyayên berfereh di serdana xwe ya vê dawiyê bo Washingtonê de pêşkêşî Wezareta Darayî ya Amerîkayê kirine, piştî şopandin û dûvçûna berfireh ji kar û çalakiyên wan ên berhemdan û hinardekirina keresteyên hişbir de, û got ku ev nav îro di lîsteya cezayên Amerîkayê de cih girtine û dê peyketineke berdewam ji çêker û belavkerên keresteyên hişbir re hebe, da ew jî di lîsteya sizayan de cih bigirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî