• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Saturday, 27 May , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Bang li Birayên Erebistana Siûdî Dike ku Lêvegerekê ji Helwêstên Xwe yên Derbarê Rijêma Tawankar Çêbikin

April 13, 2023
in Nûçeyên Hevbendiyê
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Bang li Birayên Erebistana Siûdî Dike ku Lêvegerekê ji Helwêstên Xwe yên Derbarê Rijêma Tawankar Çêbikin

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku pêşwaziya Erebistana Siûdî ji Wezîrê Derve yê rijêma Esed a ku bi hezaran komkujî li dijî gelê Sûriyê pêk anîne re, aloziya piroseya siyasî zêdetir dike, ji ber ku rijêma Esed bi awayekî cidî tevlî ti piroseya girêdayî dosya Sûriyê nebûye, û bi mebest berepêkan dide û astengiyan li pêşiya her gavekê berve cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî Sûriyê û di serî de biryara 2254 derdixe, bi armanca xwe bighîne kêliya rewakirin û biserxistinê.

Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro roja pênşemê got ku rijêma Esed rêbaza tawankarî û terorkirinê di tepeserkirina gelê Sûriyê de yê ku ji 12 salan de daxwaza azadiyê dike bikar anî, û tawanên herî hovane di dîrokê de pêk anîn, di riya bikaranîna çekên kîmawî û bermîlên teqîner û bi dehan çekên qedexekirî li ser asta navdewletî li dijî taxên niştecihan re, û ji dewletên ereb û civaka navdewletî xwest ku karê cidî û rasteqîn bikin bo dadpirsînê û sepandina fişaran li ser rijêmê bi hemû rêyan, bi armanca cîbicîkirina piroseya siyasî û jibîrnekirina tawanên wê.

Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê kir ku nêzîkbûna ji rijêma Esed ne bijarde ye ji bo çareseriyê li Sûriyê, ji ber her xurtkirina desthilata tawankarê cengê li Sûriyê, dê bibe sedem ku ew bêhtir komkujî û tawanên dijî mirovahiyê dermafê Sûriyên ku hîn pêgirên şoreşa xwe û daxwazên xwe yên mafdar ên rûxandina rijêmê û dadgehkirina wê û avakirina Sûriya azad in pêk bîne.

Û Daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku divê dewlet bi berpirsiyariyên xwe yên sincî û mirovî rabin, û tawankarê cengê siza bikin, û wî ji çi civînên navdewletî an herêmî dûr bixin.

Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku giheştina çareseriyekê ji pirsgirêkên mirovî û siyasî re li Sûriyê, bi dadpirsîna rijêma Esed dest pê dike, ji ber ku ew piştevanê milîsên biyanî û mezhebî yên ku ji bo kuştina gelê Sûriyê anîne ye, û ew berpirs e di ber çêkirin û hinartina keresteyên hişbir bo cîhanê de,  û vegera penaberan bi awayekî sereke bi çûna rijêma Esed ve girêdayî ye, û çi penaberek nikare vegere deverên di bin kontirola rijêma Esed de, yên ku hîn “qesabxaneyên wê yên mirovan” tijî xelkên bêguneh ên daxwaza azadiyê kirine ne.

Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rijêma Esed ew e ya ku milîsên terorîst, mezhebperest û cudaxwaz anîne Sûriyê, û sponseriya pêhtir ji heftêyî ji wan milîsan dike, ji bo Kuştin û koçberkirina gelê Sûriyê û pêkanîna guhertina demografîk li welêt.

Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku rijêma Esed sazî û dezgehên dewletê xistin bercewendiya şerê xwe yê hovane yê li dijî gelê Sûriyê de, û ew kirin alavên serkutkirin û kuştinê, û yarîgeh kirin baregehên leşkerî, û dibistan kirine navendên binçavkirinê, û nexweşxane kirin qesabxane û cihên kuştinê

Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bang li birayên Erebistana Siûdî kir ku helwêstên xwe yên derbarê vê rijêma tawankar careke din di bin çavan re derbas bike, û li ser helwestên cihê serbilindiyê ên Erebistana Siûdî bimînin, derbarê pêwîstiya dûrxistina rijêmê û sizadana wê li ser tawanên ku li dijî gelê Sûriyê û gelên deverê pêk anîne.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Raporeke Mafnasî: Hejmara Girtiyên Filestînî di Zîndanên Rijêma Esed de Gihişte 3075 Kesî
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Mafnasî: Hejmara Girtiyên Filestînî di Zîndanên Rijêma Esed de Gihişte 3075 Kesî

May 26, 2023
Hevbendiya Niştiman: Komkujiya Elholê Yek ji Hovanetirîn Tawanên Cengê ye
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştiman: Komkujiya Elholê Yek ji Hovanetirîn Tawanên Cengê ye

May 26, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Mafnasî: Hejmara Girtiyên Filestînî di Zîndanên Rijêma Esed de Gihişte 3075 Kesî

Hevbendiya Niştiman: Komkujiya Elholê Yek ji Hovanetirîn Tawanên Cengê ye

Desteya Siyasî Behsa Bijardeyên Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî di Rûbirûbûna Normalkirina Têkliyên Erebî li Gel Rijêma Esed Dike

Hevbendiya Niştimanî Berdewamiya Revandina Zarokan ji Aliyê Milîsên PYDe yên Terorîst ve Şermezar Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.