Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolînan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Fîras Misrî, îro raportek li pêşiya Desteya Siyasî derbarê belgeya “Rêveberiya Endazyarî” û çareserkirina bandora erdhejê û pevguhartina rolan di navbera hevkarên Rêvebiriya Endezyarî de li bakurê Sûriyê pêşkêş kir, nemaze piştî encamên erdheja wêranker a ku di 6’ê Sibata bûrî de li deverê daye.
Û Misrî behsa beşdarbûna xwe wek nûnerê Hevbendiya Niştimanî di kongirê endezyarî de yê bi navê “Peymana Hevbeşiyê ji bo Ewlehiya Avahî û Binesaziyan û Tevdîra Dahatan” yê ku li zanîngeha Helebê li deverên rizgarkirî hatiye lidarxistin, kir, her wiha Misrî du kaxezên kar di konfirans de pêşkêş kirin.
Û Misrî diyar kir ku di Peymana Hevbeşiyê de li ser giringiya gihiştina rêvebiriyeke hevbeş ji bobelatan re li hev kirine, di riya amadekariyên pêşwext û standina rêşûnên yekser di dema rûdana wan de, û sivikkirina bandora wan piştî rûdanê di riya mîkanîzmayekê ku li ser bingeha hevrêzî û pevguhertina zanyariyan avakirî be.
Û Peymanê tekezî li ser giringiya giheştina rêvebirina hevbeş ji geşepêdana avakirinê û plansaziya wê û parastina çanda civaka Sûrî û pêkhateyên wê yên çandî û civakî kir.
Û peymanê bal kişand ser giringiya parastin, belgekirin û vegerandina şûnmayên arkeolojîk, û giringiya sendîkaya Endezyarên Sûrî yên Azad di rêxistinkirin û şopandina xebatên endezyarî de.
Û peymanê pêşniyar kir ku rol û berpisyarî di çarçoveya endezyarî de di navbera civaka sivîl, saziyên hikûmetê û sektora taybet de werin dabeşkirin, û ev yek tevaya hevbeşan (Sendîkaya Endezyaran, zanîngeh, navendên lêkolînê, Berevaniya Sivîl, rêxistinên civaka sivîl, Wezareta Rêvebiriya xwecihî, encûmenên xwecihî, Hevbendiya Niştimanî, sendîka, yekîtî, kompaniyên endazyarî, Bazirgan avakarên avahiyan, û aliyên ragihandinê) li xwe digire.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî