Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Elşihabî, beşdarî di xelatkirina xwendekarên serkeftî di herdû bawernameyên navencî û duwenavencî de li bajarê Babê li gundewarê Helebê di merasîmeke fermî de ku îro çarşemê li navenda çandê ya bajêr li dar ketiye kir.
Û di rêûresma xelatkirinê de yaku li ser vexwendina serkirdeyê Firqeya Elhemze di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de hatiye, Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarê Babê D. Mistefa Osman û nûnerên çalakiyên bajêr beşdar bûn.
Û Elşihabî di axaftina xwe ya di merasîma xelatkirinê de, pîrozbahî da xwendekarên serkeftî û malbatên wan, û tekezî li ser giringiya zanist û perwerdeyê ji bo avakirina hêz, şiyan û karînên Sûriyê û berdewamkirina xebata avakirina Sûriya pêşerojê kir.
Û bal kişand ser giringiya berdewamiya piştgiriya pirosesa xwendinê û guhdana wê, ji ber ku ew cenga rasteqîn e bo avakirina mirov û temamkirina rêya şoreşê dijî rêjîma Esed ya tawankar ya ku hewl dide hemû saziyan hilweşîne û radestî milîşeyên terorîst bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî