Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bal kişand ser metirsiya gurkirina teroristî ya metirsîdar ji aliyê rijêma Esed ve, yaku komkujiyeke hovane dermafê derbideran li hejmarek ji kampên rojavayê bajarê Idlibê bi riya bombebarankirinên duh yekşemê 6 mijdara 2022 pêk aniye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de, got ku ev tawana hovane digihêje asta tawanên cengê, ji ber ku têde 6 sivîl şehîd ketin û 75 sivîl birîndar bûn, ku piraniya wan jin û zarok bûn, bi bombebarankirina mûşekên bombeyên goşeyî yên qedexekirî li ser asta navdewletî, hevdem li gel êrîşên asîmanî li ser deverin din li rojavayê Idlibê.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku bêdengiya civaka navdewletî hember komkujiyên ku rijêma tawankar li Sûriyê pêk tîne, rê li ber vê sîstema kujer vekir da tawan û binpêkirinên zêdetir dijî sivîlên bêguneh li deverên rizgarkirî li Sûriyê bi awayekî rolane pêk bîne, bêyî ku rêgiriyeke vebir hebe ku jiyan û ewlehiya sûriyan garantî bike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza civîneke bilez ji Encûmena Ewlekariyê kir, da rêşûnên sizakirinê dijî kesên ev komkujiyên berdewam dermafê gelê Sûriyê pêk anîne bisepîne û dadpirsîna tawankaran bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî