Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî dê sibe li bajarê Ezazê li baregeha Zanîngeha Helebê ya Azad, yekemîn komcivîna jina sûrî lidar bixe, û vexwendin bo jinên çalak di karûbarê giştî di cûrbecûr waran de hatin birêkirin, her weha vexwendin ji hin aliyên rojnemevanî re hatin şandin.
Û di komcivînê de dê ketwarê jina sûrî ji aliyên siyasî û aborî û civakî ve bête gengeşekirin, û jinên beşdar di vê hevdîtinê de dê pêşniyar û temîniyên xwe yên sûdedar di warê dîtina çareyan û cîbicîkirina wan çareyan de û çawaniya pêşxistin û çakkirina vî ketwarî pêşkêş bikin.
Û armanc ji vê hevdîtinê ew e ku çarçoveya beşdariya jinên sûrî fireh bike, daku rola jinê di rayedariya siyasî û civakî de xurt bikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev çalakî beşek ji pilana karê Ofîsa Jinê di Hevbendiya Niştimanî de ye, yaku Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş serpereştiya wê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî