Tuesday, May 6, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gel Nûnerê Rûsî yê Herdem di Netewên Yekbûyî de Dicive

October 8, 2020
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gel Nûnerê Rûsî yê Herdem di Netewên Yekbûyî de Dicive

Serokê Hevbediya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûrve li gel Nûnerê Rûsiya yê herdem li bal Netewên Yekbûyî, Balyoz Vasily Nebenzia, lidar xist, û pêre li ser dawîtirîn pêşhatên rewşa siyasî li Sûriyê axivî, li rex gera 75emîn ya civatên giştî yên Netewên Yekbûyî.

Û di hevdîtinê de Cîgirên Serok Ebdulhekîm Beşar û Ruba Heboş û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve di Hevbediya Niştimanî de Ebdulehed Istêfo û Endamên Destyeya Siyasî Bedir Camos û Endama Desteya Giştî, Dîma Mosa û Nûnera Hevbendiya Niştimanî li bal Netewên Yekbûyî Meryem Çelebî amade bûn.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku berî çend rojan bîranîna pêncemîn ya desttêwerdana leşkerî ya Rûsî di Sûriyê de bû, desttîwerdana ji bo rijêmê biçespîne piştî ku hindik mabû ku were rûxandin, ew jî bû sedema ketina bi hezaran şehîd û girtî û bi melyonan koçber, lê her çû rijêm hîn bêhtir berve tewanbariyê çû, û got ku pirosesa siyasî ji 5 salan de ye, lê bêyî ku ti pêşveçûn çêbibe, û bobelata mirovahî dermafê mirovan hîn berdewam e.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser encamên Komîteya Sûrî ya Destûrî axivî, û bal kişand ku piştî sê salan ji avakirina komîteyê ti encam tune ne, her weha ti lihevkirin jî li ser xiştekara gera dahatî çênebûye, ji ber astengiyên rijêmê, çimkî rijêm ji aliyê Rûsî ve di warê siyasî û diplomasî hatiye parastin.

Û Elherîrî bal kişand ku hêminiya ku li bakurê Sûriyê pêkhatiye, piştî îmzekirina rêkeftina agirbestê bû, yaku di adara borî de di navbera Tirkiyê û Rûsiya de çêbibû, lê ev rêkeftin lewaz bû ji ber binpêkirinên berdewam ji aliyê rijêmê û milîsên Îranî ve.

Û Elherîrî di civata li gel Nûnerê Rûsî de pirsî û got: gelo Sûriyê piştî deh salan ji şoreşa Sûriyê bi kuve diçe? û piştî pênc salan ji desttêwerdana Rûsiya, û ketina bêhtir ji melyonek pakrewan, û bi melyonan derbider û koçber û penaber, û bi sedhezaran girtî yên ku bêhtirê wan di bin îşkencê de hatine kuştin.

Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya çareya siyasî li welêt dike, û pêgir e bi cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildar û di pêşiyê de 2254, û daxwaza zelalkirina nerîna wê derbarê çareyê li Sûriyê ji aliyê Rûsî kir, her weha gengaziya gihîştina nexşeya rê, daku biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê cîbicî bikin.

Û Elherîrî bal kişand ku rewşa Sûrî ne tenê girêdayî rewşa aborî ye, û got ku divê axaftin di vî warî de li ser rewşa mirovahî ya dijwar li tevaya deverên Sûriyê be, û çênabe ku axaftin li ser tiştina bibe û tiştên din piştguh bike, û nimûneyek li ser derdeseriyên girtiyan di zîndanên rijêmê de anî, her weha derdeseriyên kesên hewcedarî alîkariyên mirovahî ne, û nikarin bi dest xwe ve bînin, piştî ku dergehekî sînorî bi tenê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî hatiye terxankirin.

Û Elherîrî tekez kir ku çareya tevaya pirsgirêkên Sûriyê tevî rakirina cezayên aborî yên li ser rijêmê hatine sepandin û vegera penaberên Sûrî; bi cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 ve girêdayî ye, û gihîştina çareya siyasî yaku jîngeheke aram û bêalî misoger dike.

Û tekeziya Hevbendiya Niştimanî li ser piştgiriya çi pirosesa diyalogê di navbera Sûriyan bi xwe de bi mercê ku encamên wê sûdedar bin û berve çareya siyasî ve bin kir.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Rûsî diyar kir ku welatê wî tevaya aliyan han dide daku tevlî pirosesa siyasî û ya destûrî bibin, û behsa nîyeta welatê xwe derbarê lidarxistina kongirekî taybet bi nûavakirinê û vegera penaberan di heyva çirya paşîn ya dahatî de li Şamê kir, û Elherîrî  bersiv da û got ku ew kongir dê ne sûdedar be, bêyî pêkanîna jîngeheke aram û zelal û lidarxistina hilbijartinan bi serpereştiya Netewên Yekbûyî, û vegera penaberan bi razîbûna wan misoger bibe.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî du Nameyên Pîrozbahiyê Arasteyî Mîrê Dewleta Kiwêt û Mîratgirê wî Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî du Nameyên Pîrozbahiyê Arasteyî Mîrê Dewleta Kiwêt û Mîratgirê wî Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.