Serokê Hevbediya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, du name arasteyî dewleta Kiwêt kirin, yek bo Mîrê Dewleta Kiwêt, Mîr Newaf Elehmed Elcabir Elsibah, û yek bo Mîratgirê wî Elşêx Mişel Elehmed Elcabir Elsibah kir, û tê de hêvî û pîrozbahiyên xwe bi boneya wergirtina danişgehên hikumdariyê li dewleta Kiwêt ya bira pêşkêş kirin.
Û tekezî li ser baweriya xwe ya tam kir ku dê dewleta kiwêt di bin siya serkirdayetiya şareza ya mîr de berdewam bike, her weha lîstina rola xwe ya girîng, derbarê piştgiriya gelê Sûriyê di tekoşîna ji bo azadî û rûmet û dadweriyê de.
Û tekezî li ser hêviyên Hevbendiya Niştimanî di berdewamiya xurtkirina têkliyên hevbeş de li gel Dewleta Kiwêtê kir, ew jî ji pabendiya Kiwêtê û piştgiriya wê ji doza rewa ya gelê Sûrî tê.
Û got ku hêvîya me ew e ku ev têkliîyên hevbeş ji bo gihîştina çareya siyasî li Sûriyê berdewam bin, bi hêviya gelê Sûriyê pêk bîne.
Û hêviyên xwe anîn ziman derbarê “ Gihiştina serkeftina ku hûn dixwazin ji bo xizmeta gelê kiwêtê û kêşeyên rewa yên gelên ereb”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî