Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûrve li gel Ofîsa Xortan di Partiya Niştimanî ya Dadwerî û Desûrê WEED lidar xist, û bi hev re rewşa Sûriyê ya giştî û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û di civatê de Hevrêzkarê ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî, Cîgirê Serok, Ruba Heboş, û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Heleb, Ehmed Elşihadî amade bûn.
Û ev civat di rêza pêwendî û hevkariyê li gel corbecor çalakiyên ciwanan li deverên rizgarkirî hat, û di nav hevdîtinan de aliyek bo danasîna bi armancên qonaxî û her weha sitratîciya ku Hevbendiya Niştimanî dixwaze pêk bîne.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya veberhênana karînên ciwanan û pêkanîna wan kirin, ji bo rê li pêşiya pêşdebirina civakê û avakirina Sûriya pêşeroj xweş bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî