Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ya tam ji serhildana gelêrî ya berfireh a gelê Îranê yê blindest re, yê dijî rijêma ku bi darê zorê û setem û nijadperstî deshilatdariyê dike rabûye, ragihand.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de, duh êvarî, daxwaza piştgiriya vê serhildanê û armancên gelê Îranê yên rûxandina rijêmê û pêkanîna guhertina demoqratîk ji dewletên deverê û civaka navdewletî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku rizgarbûna ji rijêma meleyan li Îranê bo gelê Îranê bi awayekî taybet û bo gelê deverê bi giştî pir pêwîst e, ji ber ku gelê Îranê derdeseriya kêşeyên berdewam di warê debara jiyanê û aborî û navxweyî de dikşîne.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rijêma meleyan samanên gelê Îranê di cengên xwe yên mezhebî û zordar de dijî gelên devera erebî xerc kirin, û piştgiriya milîsên terorîst kir, û bi hezarên komkujîyan li Sûriya û Yemen û Îraqê pêkanîn, bi armanca dagîrkirinê û xurtkirin û biçekirina destekên xwe li deverê.
Û Hevbendiya Niştimanî şermezariya kiryarên tundî û serkutkirin û girtinê yên ku rijêma Îranê li hember serhildana gelêrî li Îranê pê radibe bo bêdengkirina azadiyê û tirsandina gel kir, kiryarên ku mîna riftarên rijêma Esed in dijî gelê Sûriyê ji yanzdeh salan de, têde rijêma meleyan di afrandina derdeserî û tirajîdiya herdû gelan de hevpar û piştgirê rijêmê bû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî