Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xweşhaliya xwe anî ziman, bi pêngava ku wê Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî di herdû rojên 10 û11 çirya pêşîn ya dahatî pê rabibe, ya li ser daxwaza Holendayê û Kenedayê ye, ji bo biryarekê derxe têde fermanê bide rijêma Esed da tevaya karên îşkence û binçavkirina kotekî rawestîne, wek beşekî ji dosya ku rijêmê bi binpêkirina Peymana Netewên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê tohmetbar dike.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmejîd Berekat, tekez kir ku ev pêngav, tevli derengmayîna wê jî, wê bingeheke sereke be ji bo sizakirina rijêma Esed li ser asta navdewletî, di ber tawanên ku dermafê gelê Sûriyê pêk anîne de.
Û bal kişand ser pêwîstiya ku piştgiriyeke navdewletî ya rasteqîn ji biryarên Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî re hebe, da ku nirxdar û sûdedar be, û sûriyan ji tawanên Esed û milîsên terrorist ên ku li tevaya welêt belav bûne, biparêze.
Û ajansa Reuters duh înê, got ku rûniştina guhdarkirinê ya ku wê li Koşka Elselam li Baregeha Dadgehê li Laheyê were lidarxistin, dê cara yekem be di 12 salan de ku dadgeheke navdewletî li ser binpêkirinên ku li Sûriyê pêk hatine radiweste.
Û Doza ku Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî di hezîrana borî de ragihandibû, giringiyê bi taybetî dide kêşeyên îşkence û serkutkirinê di girtîgehên rijêma Esed de, ku Kanada û Holanda rijêmê bi pêkanîna”binpêkirinên bêhejmar ji yasaya navdewletî re, bi kêmanî ji destpêka sala 2011an ve, bi serkutkirina tund dermafê xwepêşanderên sivîl” tohmetbar dike.
Û doz balê dikşîne ser êrîşên bi çekên kîmawî li Sûriyê, ya ku navê “kiryarên kirêt” lê kiriye, ku armanca wê tirsandina niştecihên sivîl û sizakirina wan bû, û di encamê de “ hejmarek mezin ji kuştî û birîndaran û derdkêşana laşî û derûnî ya tund peyda bû”.
Û tiştê balkêş di doza Holenda û Kenedayê de ew e, ku dadgeh daxwaza rêşûnên awarte dike, ji bo sûriyên ku rastî metirsiya îşkencekirinê di zîndanan de tên biparêze, ta dema biryar derbarê doza pêşkêşkirî were dan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî