Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ew nûçeyên tên gotin li ser hevdîtina şanda Hevbendiya Niştimanî li Biroksilê bi Hevbendiya Niştimanî û Desteya Hemahengiya Niştimanî ,bi nûnerên PYD’ê re red kir. Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de, tekez kir ku hemû civîn û hevdîtinên şanda wê li Biroksilê eşkere hatin lidarxistin û li pêş alavên ragihandinê.
Herwiha diyar kir ku hemû civînên wê bi Desteya Hemahengiya Niştimanî ya hêzên guhertina demokratîk re bûn, û tev ji bona çalakkirina karê hevbeş bû di navbera herdu aliyan de û ji bona bihêzkirina hevkariyê û piştgiriya binyatên dikevin di berjewendiya gelê Sûriyê de, û rêkeftin bû li ser hin xalên hevbeş yên hatin di daxuyaneyeke hevbeş de li dawiya civînên herdu aliyan de di rojên 13 heta 15’ê cehzerana 2016an de.
Jêder: Hevbendî