Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, şehîdbûna Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Ebû Malik Elşamî, nûnerê Tevgera Şoreşgêr Ya Şamê ragihand.
Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê bi navê miletê Sûriyê sersaxiya malbat û dost û hevalên wî kir, û ji Xwedayê dilovan hêvî kirin ko ewî bi buhişta xwe şad bike û dilê malbata wî aram bike. Hevbendiyê di daxuyaniyê de got:
“Dibe ko şehîd Fêsel Elşamî nenaskirî be ji aliyê gelek kesan ve, lê yên ko ew nas kirine dizanin wî çi ji bo Şoreşê, çi di qonaxa aştiyane de an jî di qonaxa çakdarî de kiriye.
Ew bû yê ko dev ji mamostetiya zankoyê berda û giha tevgerê wek Şoreşvanekî, û li ser xaka Sûriyê, dilzoziya xwe ji armancên şoreşê re diyar kir, serpereştê tekoşîna çekdarî li dijî rêjîma Esed û hevalbendên wî xebat kir.”
Daxuyaniyê bêtir got: “Şehîd Elşamî jiyana xwe ji bo berevaniya di ber sivîlan de terxan kir, da wan ji zordariya rêjîma Esed biparêze. Ew û hevalên berî wî şehîd ketin, bizaveke wan ya diyar hebû di ber serkeftina Şoreşê de û hem di berevaniya di ber mafê miletê Sûriyê de yê ko doza azadî û rûmeta xwe dike.”
Hevbendiyê di daxuyanê de tekez kir Rêjîm û hevalbendên wê bi kuştina wan dixwaze simbolên Şoreşê tune bike. Dixwaze ko rûyê Şoreşê yê lîbral winda bike, û xwe dixapîne wek ko nizane ev Şoreş cihê baweriya bimilyonan xelkên Sûriyê yên azadîxwaz e, heta ko bigihên armancên xwe di azadî û rûmet û dadiyê berdewam in.
Her wiha Hevbendiyê tekez kir ko salên buhirî ji temenê Şoreşê ko Şoreşa miletekî têkoşînê ji bo azadiyê dike û wê berdewam be heta amancên xwe bidest bixîne û dagîrkeran têk bibe.
Jêder: Hevbendî