Şandeya Hevbendiya Niştimanî Sûrî û Şandeya Desteya Hevrêziyê Ya Guherîna Dîmuqratî li paytexta Firensa Parîsê çavpêketin digel hevûdu de kirin. Da danûstandinên Niştimanî Sûrî tekûz bikin di heman çaxê ko hewcedariya Hevrikiya Sûriyê bi yekîtiya hêzan û rawestandina tundiyê li ser xaka Sûriyê heye.
Di gotûbêjekine erênî de herdu aliyan li ser Reşbeleka Nexşeya Rê ya çareseriya Siyasî li hev kirin. Li ser bingeha belgeyên siyasî ko li nik her du aliyan hene, bi mercê ko her yek ji wan ewê belgeyê bi lêvegera xwe re gotûbêj û dapêdan bike.
Reşbeleka operasiyona siyasî ew e : Daxuyaniya 30.Cehzerdana.2012an ya bi navê Daxuyaniya Cinêvê naskirî ye, û biryarên rewaya Navdewletî bi taybetî Biryarên Encûmena Asayişê (2042-2043-2059) yên ko sala 2012an û biryara 2118 ya sala 2013an derçûye.
Belgeh dide xuyakirin ko armanc ji danûstandinên bi Rêjîmê re ew e damezirandina Rêjîmeke Sivîl, dîmuqrat, bingeha wê veguhastina Desthilatê bi rengek aştiyane be û piralîbûn û dabînkirina maf û erkên hemû xelkên Sûriyê li ser têgeha wekeheviya hevwelatîbûnê, û lihevkirina Herêmî û Navdewletî giringiyeke bingehîn e ji biserketina operasiyona danûstandinê re.
Herwiha herdu aliyan li ser berdewamiya bizavên xwe ji bo lidarxistina hevdîtinan di navbera hêzên hevrikiya siyasî û şoreşgerî li hev kirin. Da bigihên dîtin û planeke hevbeş di navbera hemû hêzan ji bo çareseriya siyasî pêk bê. Jêder: Hevbendî