Di hevdîtinekê bi şandeya Encumana Niştimanî ya Kurd re, li baregeha hevbendiyê, îro, Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî, tekez kir ku kêşeya kurdî li Sûriyê, kêşeyeke niştimanî Sûrî ya pile-bilind e.
Û şandeya Encumena Niştimanî ya kurd – pêkhateyek ji yên Hevbendiyê ye – tekez kir ku ew nûnerê 70% ji kurdên Sûriyê ye, û ew di danûstandinên Cinêvê de bi riya nûnertiya xwe di Hevbendiyê de beşdar bûne.
Şandeyê Hevbendî vexwend ji bo beşdariyê di ahenga cemawerî ya ji bo bîranîna Serhildana 12 Adara 2004an, û her weha bîranîna pêncemîn ya Şoreşa Sûriyê bike, ya ku wê sibe li Stenbolê li dar bikeve.
Û behsa zêdekirina rêyên hevkariyê di nav Hebendiyê û Encuman de hat kirin, her weha behis hat kirin ku wê work-SHopek navendî ya hevbeş di nav herdû aliyan de çêbibe, ji bo vekolîna asoyên Kêşeya kurd li Sûriyê û berdewamiya şopandina şirovekirina wê, û wê ev work-shop çend work-shopên şaxî yên din pêve girêdayî hebin.
Di hevdîtinê de behsa rewşên siyasî û meydanî yên şoreşa Sûriyê hat kirin her weha behsa gera bê ya danûstandinên Cinêvê hat kirin.
Jêder: Hevbendî