Ofîsa Peywendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro sêşembê, hevdîtinek bi şandeka Amerîkî ya bi serokatiya Zehra Bêl, seroka siyasî ya Pirograma Amerîkî ya Piştgiriya Sûriyê re pêk anî, û pevre behsa hejmarek ji kêşeyên giring li ser asta pêşketinên meydanî û siyasî li Sûriyê, û dosyên herêmî yên têkildar bi dosya Sûrî re kirin.
Hevrêzkarê ofîsê, Evdilehed Stêfo, tekezî li ser giringiya hevdîtinê kir, û ew bi berhemdar û serkeftî binav kir, û cext li ser giringiya têkiliyên ciyawaz di navbera herdû aliyan de, û her weha giringiya peywendiyên berdewam û hevrêzkarîya bi rengekî ku bercewendiyên hevbeş bicî bînin kir.
Û Stêfo di hevdîtinê de got ku “çendî peywendî di navbera hevpeymanên me de baş bin, ewqasî em Karin bi hemî heval û birayan re astengiyan li paş xwe bihêlin, û armanc û bercewendiyên me yên hevbeş bicî bînin”.
Û herdû aliyan behsa berdewamiya operasyonên bombebaranê ên ku Rijêma Esed û hevpeymanên wê dijî idlibê pêk tînin kirin, û tekezî li ser giringiya rawestandina tevaya binpêkirin û tewanên cengê yên dijî sivîlan û pêwîstiya parastina sivîlan û bicîanîna agirbestê bi şêweyek yekser kirin.
Û Stêfo bal kişand ser wekheviya nerîna herdû aliyan li ser nûkirina biryara Encumana Ewlekariyê ya 2165, ya derbarê gihandina alîkariyên mirovî di riya derwazên sînorî re, û bi taybetî yên ne di bin kontrola rijêma Esed de ne, û tekezî li ser pêwîstiya gihandina alîkariyên mirovahî ji bo hewcedaran kir, bi teybetî piştî ewşa metirsîdar a li Idlibê, û derbiderbûna bisedên hezarên sivîlan.
Û Stêfo behsa rewşa Encumana Niştimanî ya Kurdî kir, û tekez kir ku Encuman beşekî resen ê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ye, û ew dixwaze endamên Encumana Kurdî, yên Hevbendiya Niştimanî, vegerin û di civînan de beşdar bibin, û bibin hevparên standina biryaran.
Û herdû alîyan behsa pêşhatên prosesa siyasî û berdewamiya rijêma Esed di astengkirina karê Komîta Destûrî de kir, û tekez kirin ku çareserî li Sûriyê siyasî ye, ne leşkarî ye, û ew çareserî di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî rewşa sûriyê re ye, û di serî de Beyana Cinêvê û biryara 2254.
Û ji aliyê xwe ve, aliyê Amerîkî bi tundî tewankariyên rijêma Esed li Idlibê şermezar kirin, û tekezî li ser dijatiya Waşinton a tund ji her êrîşekê re li ser Idlibê kir, û sozên welatê xwe yên ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji derbiderên nû re di bîr anîn.
Û aliyê Amerîkî amaje bi Qanûna Qeyser a ji bo parastina sivîlan li Sûriyê kir, û ew wek gaveke giring dît, ji bo mukumkirina sizadanê serbarê tewanên berfireh ên ku Beşar Esed û rijêma wî li sûriyê pêk anîna.
Û aliyê Amerîkî tekezî li ser armancên Amerîkayê li Sûriyê kir, ku ew hîn berdewam e di karê xwe de ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li gor biryara 2244, û nehêlana milîsên Îranî yên mezhebperest li welêt, herweha jinavbirina rêxistinên terrorist tevlî Daişê. û got: “ Tevaya van karan, hewceyî hevrêzkarî û hevkariyeke xwirt in, di navbera Amerîka û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî