Emîndarê giştî yê Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Ebdulbasit Ebdilletîf, li gel endamên desteya siyasî ya Idlibê, û serokê kombenda Zindaniyên Azad ji Zindana Tedmurê, Nasir Faxûrî, û rayedarên Artêşa Niştimanî, li navçeya Cindrêsê ya gundewarê Efrînê civiya.
Û endamin desteya siyasî û ya giştî yên Hevbendiya Niştimanî, Ehmed Remedan, Behcet Eletasî, Ehmed Şhadî û Necîb Rehmûn, li gel emîndarê giştî bûn.
Û amadebûyan rewşa xeternak ya Idlibê gengeşe kirin, û behsa rewşa meydanî û leşkerî û moralê şervanan kir, û silav arasteyî qehremanên Artêşa Niştimanî û Eniya Niştimanî bo Azadiyê kirin, û tekezî li ser xweragiriya afsaneyî li hember leşkerên Rûsî, yên wek duyemîn bihêztirîn artêşa cîhanê tê naskirin, kirin, û gotin ku ev berxwedan dê bimîne sîmboleke sermedî di wicdanê gelê Sûriyê de.
Û amadebûyan rewşa deverên azad yên rastî bombebaranê hetine, û bi taybetî bajar û bajarok û gundên herî pir ziyan li wan bûye, û çawaniya dabînkirina pêdiviyên sereke ji wan deveran re da alîkariya sivîlan bike ji bo li cihên xwe bimînin, gengeşe kirin.
Herweha rewşa penaber û koçberkiriyên ji Idlib û gundewarê Helebê yê başûr û yê rojava, û hewcedariyên wan ên mirovahî, û deverên ku bêtir berê xwe didinê, û karên encumanên xwecihî li deverên hêmintir, ji bo karîna vehewandina derbideran û guhdana wan, gengeşe kirin.
Û tekezî li ser pêgiriya bi mafê gelê Sûriyê û cîbicîkirina pransîbên şoreşê yên azadî û rûmetê kirin, û girngî dan pêwîstiya berdewamiya têkiliyan di navbera pêkhateyên siyasî û çalakvaniyên şoreşgerî li deverên azadkirî û Hevbendiya Niştimanî de, herweha mukumkirina hevkarî û hevrêziyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî