Emîndarê giştî yê Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Ebdulbasit Ebdilletîf, li gel endamên Hevbendiya Niştimanî, serdana baregehên polîsên leşkerî li gundewarê Helebê kirin, ji bo şopandina rewşa wan, û li gel serpereştê polîsê leşkerî emîd Ibrahîm Elkurdî civiyan, û lêvegereke berfireh ji erkên endamên Artêşa Niştimanî û şêweyê karê wan re çêkirin.
Û tekezî li ser giringiya pabendiyê bi yasa û şêweyên kar yên destnîşankirî di têkesta yasan de, ya ji hêla wezareta bergiriyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî ve hatiye pesendkirin.
Û hedû aliyan giringiya çalakkirin û kartêkirina polîsê leşkerî li deverên azadkirî, û rahênankirina endamên wê li ser şêweyên nûjen, û pêşxistina pisporiya wan di kar de, gengeşe kirin.
Û bal kişandin ser giringiya ku polîsê leşkerî bi tevaya rola xwe rebe, di ware kontrolkirina binpêkirin û zêdegaviyan , yên ku heye hin endam bikin.
Herweha herdû aliyan dosya Pizîşkiya Rewayî ya bi ser polîsê leşkerî ve, û giringiya rahênan kirina kadroyan da karibin serederiyê bi tevaya bûyerên ku polîsê leşkerî rastî wan tên, gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî