Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, daxwaz ji Encûmena Niştimanî ya Kurd kir daku beşdariya hevbendiyê di ahengên Newroza îsal li bajarê Efrînê bike, ev vexwendin di serdana Şandê Hevbendiya Niştimanî bo Nûnergeha Encûmen li Herîma Kurdistana Îraq hat.
Û Cîgirên Serokê Hevbendiyê Ebdulhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Mihemed Silo û Yasir Elferhan hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Elherîrî tekezî li ser giringiya hevpişkiya niştimanî û şoreşgerî li gel Encûmana Niştimanî ya Kurd kir, daku ev pişikdarî pêşde biçe û armancên şoreşa Sûriyê pêk bîne, û welat ji rijêma tewanbar û milîsên terrorist rizgar bibe.
Û Elherîrî daxwaza berfirehkirina hebûn û nûnertiya xwe li deverên rizgarkirî nemaze li efrîn û serê kaniyê di riya vekirina ofîsan li wir û beşdariya di rêvebiriya xwecihî de ji Encûmena Niştimanî ya kurd kir, û cextî li ser yekrêziya karê niştimanî li hember rijêmê û sponser û destekên wê li sûriyê daku bighînin sûriya nû kir.
Û di hevdîtinê de li ser dawîtirîn pêşketinên meydanî û siyasî û rola rijêmê di astenkirina Komîteya Destûrî û pirosesa siyasî û rola rêxistina PKK ya terrorîstî û gefên wê li ser yekîtiya sûriyê û saxlemiya xaka wê axivîn.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Ebdulhekîm Beşar li ser giringiya cîbicîkirina pirogramên xizmetkarî li deverên rizgarkirî û karê ji bo çakkirina ketwar û debara jiyanê têde kir, daku hikumdarî û ewlehî û aramî lê xurt bibe, û bal kişand ser ku destdirêjiyên dijî sivîlan pêk tên ew binpêkirinin kesayetî ne û ne rêbazkirî ne, û tekezî li ser karê Hevbendiyê li gel Hikûmeta Demkî û Artêşa Niştimanî ji bo nehiştina van binpêkirinan kir, daku dadwerî û hukimê yasayê xurt bibe.
Û Nûnergeha Encûmena Niştimanî ya kurd tekezî li ser giringiya yekrêziya niştimanî bo rûbirûbûna van rêxistinan û rijêma Esed û siponserên wê kir, û anî ziman ku ciwanên kurd li Amûdê û Dirbasiyê û Qamişlo ji yên pêşiyê bûn ku li gel xelkê Deraa dijî rijêma Esed rabûn, û tekezî li ser berdewamiyê kir ta armancên şoreşê di azadî û rûmetê de pêk werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî