Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ehmed Şihadê, û Necîb Rehmûn hevdîtinek digel Encûmena Birêveberiya Hevrêzan li navenda çandeyî li bajarê Meeret Elnuman li gundewarê Idlibê pêk anîn, tê de digel hev giringiya aktîvkirina tevgera sivîlî ya aştiyane û vejandina pirinsîbên ko şoreş li ser wan hatiye avakirin gotûbêj kirin.
Civîngeran tekezî li ser yekgirtina tevgera şoreşgerî li hemû herêmên rizgarkirî kirin, û kar bi şêweyekî hevrêzkarî bikin, bi amanca daxwazên miletê Sûrî yên bingehîn diyar bibin, û nameya wî bigehînin cîhanê.
Rewşên aloz li Idlibê û tawanên berdewam ji hêla rêjîmê û piştgirên wê gengeşe kirin, û tekezî kirin ko ew tawan bê dadpirsîn derbas nabin, çimkî dosya dadpirsînê pareke giring ji çareseriya siyasî ye.
Elşehadê û Rehmûn daxwaz ji endamên encûmena hevrêzkariyê kirin, da berdewam bin di têkiliyan digel Hevbendiya Niştimanî, û hevrêzkariyê di çalakiyên sivîlî û yên şoreşgerî de bêtir bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî