Enes Abda, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, digel hin endamên desteya siyasî, li bajarê Azazê li gundewarê Helebê, bi şandek ji yekîtî û sendîkayên Sûrî re yên li deverên rizgarkirî civiya.
Herdu aliyan rewşa deverên rizgarkirî ji aliyê kargêrî û xizmetgozariyan gotûbêj kir, tevî gotûbêjkirina planên hikûmeta demkî ya Sûrî, yên hewil dide wan di demek nêzîk de pêk bîne, û herweha rola giring ya yekîtî û sendîkayan di hevkariya ligel dezgehên şoreşa Sûrî de, bi riya peydakirina xwedanên karîn û pisporiya pêwîst ji bo serxistina karên wan.
Şandê behsa pirsgirêk û zehmetiyên li pêşiya karê wan hene kir, nemaze di warên tenduristî û perwerdehiyê de, û daxwaza karê hevbeş û hevkariyê di navbera sendîka û wezaretan de kirin, ji bo dariştina siyaset û rêbazên yekgirtî.
Endamên şandê tekez kirin ku karê wan bi armanca piştgiriya biryarên hikûmetê ye, bi awayekî ku berjewendiyên civakê dabîn bibin, û parastina prensîbên şoreşa Sûrî, herweha beşdarîkirina biryardanê di nav şoreşa niştimanî de û parastina mafên endamên wê, û daxwaz ji Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Demkî kirin ku rola xwe aktiv bike, di organîzekirina karê sendîka û organîzekirina têkiliyan di navbera sendîka û saziyên hikûmetê de.
Herweha daxwaza bikarîna karê hemû yekîtî û sendîkayên li deverên rizgarkirî kirin, û belavkirina belgeyeke fermî ya giştî bo encûmenên xwecihî ji bo hêsankirina karê wan, tevî çalakkirina rola wan di çavdêrîkirina karê hikûmetê de.
Şandê bal kişand li ser girîngiya piştgiriya Yekîtiya Jinan, û rewakirina wan ji aliyê Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî ve, ji bo aktîvkirina xebata Yekîtiyê û bihêzkirina rola jinê di hemû sektorên civakê de.
Şandê bal kişand li ser girîngiya ku hikûmeta demkî bi rola çavdêriyê li ser projeyên ji hêla rêxistinê ve têne bicihkirin rabe, û tekezî li ser girîngiya hemî rêxistinan kirin, da ku bi rola xwe rabin, ji bo pêşkêşkirina xizmetên baştir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî