Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tawana firokên rêjîma Esed ya ku duh nîvro li taxên nişteciyên Helebê pirotisto kir, û tekez kir ku ew binpêkirineke eşkera ye ji rêkeftina agirbestê re, û hewildaneke ji bo bikaranîna wê agirbestê ji bo berdewamiya pêkanîna tawanan dijî sivîlan.
Û Hevbendiya Niştimanî ev binpêkirin dît ku gurkirinek metirsîdare di zincîra binpêkirinê Esed ji agirbestê re û nîşaneke nû ye ji xwestina wî re ku çi gava ku heye ber bi çareseriyeke siyasî ve here asteng bike, û bi tundî tekezî kir li ser hevparîbûna dagîrkeriya Rûsî û berpirsiyariya wê di ber kuştina gelê Sûriyê de, nahêle ew bibe çavdîrekî pêkanîna vê agirbestê anjî bibe gerantiyek ji bo pirosêsa siyasî.
Her wiha Hevbendiyê tekezî kir li ser ku binpêkirinên berdewam yên ji aliyê rêjîma Esed û bi piştgiriya dagîrkeriya Rûsî, dibe alavek ji bo astengkirina bizavên hêminkirinê û gefeke rastî ye li ser pêvajoya pirosêsa siyasî li Sûriyê, û wê dajo ber bi zêdebûna asta şer û milmilaneyê, û dihêle têrorîstî bêhtir bimîne û tawanên derheqê gelê Sûriyê berdewam bin.
Û Hevbendiyê hişyarî da ku ew agirbesta hatiye pejirandin ji aliyê Rikberiyê ve, demek wê ya destnîşankirî heye û bi pabendbûna herdû aliyan merckirî ye, û ew ne qoçaneke dawî ye û nayê wê wateyê ku mafê bersivdanê bi artêşa azad re û alayên emza kirine re nemaye.
Jêder:Hevbendî