Duhî li baregeha komkara Erebî li Qahîre, Encûmena wezîrên derve yên Ereban û di biryarekê di dawiya civîna xwe de, “Hizibulaha Libnanê” wek “rêxistinek terorîst” pesend kir.
Herwiha di daxuyaniya dawiyê de, Encûmenê: “destêwerdanên berdewam yên Îranê di rewşa navxweyî ya Şahnişîna Behrên de, bi rêka piştevaniya terorê û rahênankirina terorîstan û derbaskirina bi qaçaxî ji çek û teqemeniyan re, û peydakirina nakokiyên tayîfegerî” şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat: “tevî berdewamiya îranê di derxistina daxuyaniyên li ser astên bilind, ji bo leqkirina aramî û ewlehiyê, û damzrandina girûpên terrorist, bi riya perepêdan û meşqkirina wan li Erebstana Sû’dî Ji aliyê pasdaran û Hizibulaha terorîst “.
Encûmenê di dawiya gera xwe ya 145an de, ya bi serokatiya Behrên, duhî di baregeha xwe de di biryarekê de “daxuyaniyên berpirsên Îranê yên dijî dewletên Erebî” şermezar kir, û daxwaz ji Îranê kir ku “dest ji daxuyaniyên dijminkarî û tevlîheviyê berde, û piropagendeyên çapemenî li dijî dewletên Erebî rawestîne, ji ber ku ev yek dibe destêwerdan di karubarên navxweyî yên van dewletan de”.
Herwiha Encûmenê daxwaz ji Tehranê kir ku dawiyê li siyasetên xwe yên nakokiyên tayîfî û olî gur dikin bîne, û dest ji piştgiriya girûpên van nakokiyan di dewletên kendava Erebî de han didin berde.
Têzanîn ku Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, destxweşî li biryara Erebî kiribû, bi xistina Hizibulah di nav lîsta terorê de. Û endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê, Hadî Elbehra gotibû: gelê Sûriyê çaverêyê wê gavê ye ku Hevpemaniya Îslamî li Sûriyê ji bo jinavbirina terorê bi hemû beşên wê ve, zêdetir beşdar bibe, û şerê sercem rêxistinên terorîst yên tawankariyê encam didin li dijî xelkê bêguneh bike, tevî wan mîlîşên rêjîma Esed anîne, û yên ji aliyê Îranê de li deverê tên rêvebirin, ji bona berferehkirina zalbûna xwe, û belavkirina tayîfegeriyê û raman û êdîlojiyên tundrew.
Elbehra tekez kiribû ku nabe civaka navdewletî rêxistineke terorîst wek DAÎŞ bibîne, û hevdem çavê xwe ji dîtina rêxistinên din yên terorê li dijî gelê Sûriyê bikar tînin mîna Hizibulah ya ku terora wê ya tayîfeperistî zêdetir bûye ji terora DAÎŞ bigire.
Elbehra amaje kir ku mîlîşên Hizibulah bi roleke terorîstî û ya xirabkarî di navçeyê de dirabe, û hewla hejandina seqamgeriya wê û peydakirina nakomiyên tayîfeger û olî di navçeyê de dide, bi rêka handan û xirabkarî û terorê, û ev mîlîşiya hevparên serekî yên rêjîma Esed in di kuştina bêhtir ji 300 hezar şehîdî li tevahiya Sûriyê.
Elbrhra destxweşî li viyana xurt ya dewletên kendeva Erebî, û bi taybetî li bizavên Erebistana Si’ûdî û dewletên kendeva Erebî kiribû, ji bona rûbirûbûna pirojeyê Îranê yê tayîfegerî û xirabkarî di navçeyê de.
Jêder: Hevbendî + Wekalat