Hêzên Hevpeymana Navdewletî yên ko Emerîka serpereştiya wan dike, bi kuştara berî çar rojan bi êrîşeke asmanî li ser Minbica li Gundewarê Helebê hate encamdan, û 50 sivîl tê de hatin kuştin mikur hatin, û berpirsiyariyê dikin sukra Milîtanên Hêzên Sûriya Dîmuqrat ko pêzanînên nedirist ji wan re guhastibûn.
Berdevkê Hevpeymana Navdewletî Eqîd Kirîstover Garfir, got ko pêzanîn ji aliyekî hêzên Sûrya Dîmuqrat ji me re hatin û me êrîş kir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, di nameyekê de ji serpereştên Hevpeymana Navdewletî re piştî rojekê ji çêbûna bûyerê şandibû, doz kir ko yekser operasiyonên leşkerî bêne helawîstin û vekolîn di van bûyeran de bibe,.
Elbede doz kir ko ev vekolîn netenê ji bo“vegera li bingehên pêrabûna operasiyonên paşerojê bin, lê belê gerek berpirsiyarên ko ev zêdegavî kirine siza bibin.”
Rêkxistina lêbûrîna Navdewletî doz li Hevpeymana Navdewletî ya bi serpereştiya Emerîka ya ko êrîşên asmanî li Sûriyê pêk tîne kir, ku bizava xwe bêtir bike da nehêle sivîl bêne kuştin û vekolîn çêbibin di zêdegaviyên ko li ser yasaya mirovî ya navdewletî dibin.
Çalakvanan anîn ziman ko Hêzên Hevpeymana Navdewletî, roja 19 tîrmehê, êrîşeke asmanî birin ser Gundê Toxar yê nêzîk Minbicê li Gundewarê Helebê, û di encamê de 125 kes, Zarok û Jin di nav wan de hebûn bûn qurbanî .
Jêder: Hevbendî+Acans