Hadî Elbehra serokê Hevbendiya Niştimanî di civîna desteya giştî de tekez kir, ku tenê bi piştgirî û pirçekirina artêsa azad alîkariya jinavbirina terorê tê kirin, û amaje kir ku hevpeymanî nikare erkên xwe pêk bîne heger bitenê şerê Daişê bike û rêjîma Esed bihêle, ya ku sedemê serekî ye ji terorê re. û di dema civîna desteyê de ya ku wê sibe bidawî bibe, Elbehra got:” ku hîç karekî leşkerî armancên xwe pêk nayne, bê dîtina çareseriyeka siyasî sertaserî ku hêvî û daxwazên gelê Sûriyê û herwiha aramiyê bo Sûriya û Iraqê û tevaya deverê dabîn bike”. herwiha Elbehra ji aliyekî daxwaza avakirina navçeyên parastî kir bo hewandina hejmara mezin ji Sûriyan ji alîkî ve, ji aliyekî din ve daxwaz kir ku rê bête dan ji bo Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî ku di hindurê Sûriyê de rêvebiriya karubarên Sûriyan li gor destnîşankirina wan bi xwe bikin. û di heman mijarê de Nesir Elherîrî sekertêrê giştî yê hevbendiyê nerazîbûna xwe dabû xuyakirin li hember: “xemsariya hêzên kartêker li ser biryara navnetewî ya derbarî sepandina navçeyeka parastî li ser sinorê Sûriya”,û got:” tevlî ku avakirina navçeyeka parastî pêdawestiyên Sûriya tevan dabîn nake, lê mixabin heta wek vê daxwaza biçûk ya ku bitenê penaberên Sûrî diparêze cihê nakokiyê ye li ser maseya dad û yasaya navdewletî!.. Sûriyan her ji destpêka şoreşa xwe peyam bo tevaye Cîhanê şandin û navê înekê kirin Îna Navçeya Parastî û herwiha Îna Qedexekirina Asmanî ku bi sedhezaean xwenînşander derketin xwepêşandanan. û daxwaza Sûriyan ne bi tenê avakirina navçeyeka parastiye, herwiha daxwaza wan ku êrîşên asmanî jî bêne qedexekirin, ku firokên Esed rojane bidehan welatiyên Sûriyê dikujin, û avakirina navçeyeka parastî bitenê pilaneke çareseriyeke lezgîn e bo parastina welatiyan ji bermîlên teqîner û firokên Esed, lê qedexekirina asmanî ew ya giringe û pilaneke parastinê ye bo rawestandina koçberiya welatiyan ji navçeyên xwe yên ku rojane rastî êrîşên firok û bermîlên Esed tên”.
Jêder: Hevbendî