Hevrêzkara Ofîsa Karûbarên Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Emel Şêxo, eşkere kir ku ti jîngeha ewle û aram li Sûriyê ta niha ji bo penaberên Sûrî vegerin welêtê xwe Tune ye.
Û di daxwiyaniyên taybet de îro got ku Ofîsa Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî di tomarkirina derbiderkirin û koçberkirinê dijî sivîlan li deverên corbecor berdewam e.
Û Şêxo got ku di riya pêwendiyên li gel penaberên Sûrî re, diyar dibe ku viyaneke mezin ji bo vegera Sûriyê li bal wan heye, û ew dest ji mafê xwe yê vegerê bernadin, lê di heman demê de dibînin ku pir zor e ku di dema niha de karibin vegerin, berî ku rijêma Esed û tewanên wê dermafê sivîlan bidawî bibin.
Û şêxo hişyarî ji hewildanên Rûsiya yên zîvirîna li rênmayên navdewletî û pirojeyên vegera penaberan bo deverên rijêmê bide pêş da, daku armancên siyasî û aborî pêk bîne, û ev yek metirsiyeke mezin li ser jiyana penaberan çêdike.
Û Şêxo serpêhatiyên bi sedan penaberên Sûrî yên bi darê zorê ji Libnanê bo Sûriyê hatin vegerandin û tiştê bi serê wan hatiye di bîr anî, ji ber ku bêhtirê wan niha girtî an bêserûşûn in.
Û tekez kir ku çareseriya kêşeya penaberan dê di riya karê cidî û berhemdar û veguhestina siyasî ya tam û rasteqîn li Sûriyê be, li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlakariyê 2118 û 2254 û biryarên Civata Giştî 262/67 û biryarên din yên pêve girêdayî .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî