Hêzên rijêma Esed û Rûsiya di binpêkirina agirbestê di riya bombebarankirina gund û bajarokên Cebel Elzawiyê yên başûrî parêzgeha Idlib ji dema navbera 1 çirya pêşî ya borî ta duh 8 vê heyvê berdewam in.
Û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li Sûriyê di riya daxwiyaniyekê re duh yekşemê diyar kir ku êrîşên hêzên rijêmê û Rûsiya bi balefirên leşkerî û topavêj û mûşek û balefirên bê firokevan; bûn sedema şehîdbûna 25 sivîlan li gundewarê parêzgeha Idlibê, 12 mêr, 7 zarok , 2 jin û 4 ji kadroyên karê mirovahî bûn.
Û Tîmê anî ziman ku bombebaran bi 314 êrîşên bi topavêj û mûşekan bû, û 5 êrîşên bi balefirên cengê û 4 êrîşên bi balafirên bê firokevan bûn, û bombebaranê 6 avahîyên fêrkirinê û 2 bazar û navendekî berevaniya sivîl armanc kirin.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê daxwaz ji tevaya desteyên navdewletî kir ku kar ji bo rawestandina binpêkirin û karên dijminkarî yên ku rijêm û Rûsiya li deverê pê radibe bike, her weha kirina rêşûnên yekser ji bo ku ev dijminkarî werin rawestandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî