Hevrêzkarê Girûpa Kar a Penaber û derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, li gel Rêvebira Korîdora Mirovî di Rêxistina Sant Egidio ya Îtalî de Mariya Quinto civiya û pê re rewşa penaberên Sûrî li Îtalyayê û awayên hevkariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan gotûbêj kirin.
Bekûra spasiya rêxistinên Îtalî kir li ser rola wan di pêşwazî û piştgirtina penaberên Sûriyê de, û behsa çarçoweyên yasayî û civakî yên ku jiyana penaberên Sûriyê li Îtalyayê birêve dibin kir.
Ji aliyê xwe ve, Quinto tekez kir ku penaberên sûrî ciyawaz in, ew piştî wergirtina kaxezên fermî di nav civakên xwe yên xizmetguzariyê de namînin. Û behsa leza fêrbûna wan ji ziman re û tevlêbûna nav civakê û avakirina jiyaneke xwe ya nû di li Îtalîyayê kir.
Wê behsa hebûna tirseke rasteqîn li ser paşeroja penaberan li Îtalya û Ewropayê kir, ji ber bihêzbûna partiyên rastrew di hilbijartinan de û ketina wan di parlemanan û beşdarîkirina wan di hikûmetan de û hewlên wan ên cîbicîkirina siyasetên xwe yên redkirina penaberan.
Her wiha Bekûra li gel hejmarek ji penaberên sûrî yên li Îtaliyayê civiya û li kêşe û rewşa jiyana wan li Îtaliyayê guhdarî kir, û li ser rêyên hevkarî û karkirinê bi armana danasîna pirsa Sûriyê û tawanên ku li dijî Sûriyan li Sûriyê li ser destê rêjîma Esed û milîsên mezhebî yên terorîst pêk tên gotûbêj kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî